Li Bahçesarayê jin amadekariyên zivistanê dikin

09:24

Dilan Babat/JINHA

WAN – li Bahçesarayê jinan dest bi amadekariya zivistanê ku 6 mehan berdewa dikin kirin. Jin li aliyekî ketine nava amadekariya zivistanê û li aliyê din jî ji bo zarokên xwe fêrî jiyana xwezayî dikin hewl didin.

Li navçeya Bahçesaray a Wanê jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Jinên li gundê Mezra Şêxan a Bahçesarayê ku kapîtalîzm neketiyê, sira jiyana xwezayî dan zarokên xwe û ji kapîtalîzmê dur jiyana xwe berdewam dikin. jina bi navê Fîlîz Aykut got ew 6 mehên zivistana dijwar nekarin biçin navendê û got bi mehên havînê re amadekariyên zivistanê dikin. Fîlîzê got di mehên havînê de bi şîrê ku ji pezê xwe digirin penîr û mast çê dikin û ji bo zivistanê vedişêrin û ligel vê hilberînên bîstanan jî berhev dikin û hişk dikin.

'Ez jiyana xwezayî fêrî zarokên xwe dikim’

Fîlîzê bi lêv kir ku ew hewl didin jiyana xwezayî fêrî zarokên xwe bikin û wiha got: “Em bîstan diçînin. Ez hewcedariya xwezayî ya zarokên xwe bi van xwarinan dikim. Ez hem jiyana xwezayî fêrî zarokên xwe dikim hem jî karê xwe nîşanê wan didim. Jiyana xwezayî ji destê jinan dertê.”

Jina bi navê Medîne Şigak jî ku li Bahçesarayê dijî şahidiya zivistanên herî dijwar kiriye û got ew ji niha de dest bi amadekariya zivistanê dike û wiha got: “Bi mehên havînê re em sebzeyan hişk dikin. em şîrê ji pezê xwe digirin jî diçin penîr û şîr. Em penîr di bin xakê de diparêzin. Em xwarina xwe ya zivistanê bi vî awayî diparêzin. Em mastê xwe di cemidankê de vedişêrin. Em tirşiya xwe jî bi sebzeyên baxçeyên xwe çêdikin.”

‘Em ji xaka xwe hez dikin’

Medîneyê got ew şîrê zêde li bazaran difiroşin û bi vî pereyê li zarokên xwe dinêrin. Medîneyê got her çiqas şert û mercên wan giran bin jî ew ji jiyana xwe hez dikin û ji xaka xwe hez dikin.

(ng/hu)