Jin di germahiya havînê de nanê herî bi tam çêdikin

09:18

JINHA

AMED - Li navçeya Baglarê jin li ser tendûrê nanê herî bi tam çêdikin û bi awayekî kolekftîk hem nan dipêjin û hem jî amadekariyên zivistanê dikin.

Li navçeya Baglara Amedê jin li hemberî hemû zehmetiyan têdikoşin û bi awayekî komûnal di germahiya havîna Amedê de nan dipêjin û nanê herî bi tam çêdikin. Her wiha jin li gel nan pêjandinê amadekariya zivistanê jî dikin û xwarinên wek Balîcan, Îsotan ji bo zivistanê li ser tendûrê amade dikin.

Jina bi navê Makbûle Kaya diyar kir ku, jin bi nan pêjandinê çanda kurdewarî didin jîndin û got ku jin di her qadên jiyanê de li hemberî zehmetiyan têdikoşe û wiha got: "Em hînî zehmetiyan bû ne. Em jin li her qadan kedekî didin her çiqas keda me neyê dîtin jî, em berxwe didin. Li vir em di germahiya havîna Amedê de nan dipêjîn. Nan û tendûr jiyana me bi hev dike. Tendûr jî di çanda kurd de tenê heye. Em serê sibehê zû radibîn tenûrê pê dixin car caran jî rewş diguhere em wisa demên pir germ da nan dipêjîn.”

‘Çanda kurd bi destê jinan dijî’

Makbûleyê bal kişand ser piştgirî û alikariya jinan û bi lêv kir ku, hêza jina bi hevdû re xurtir dibe û wiha pê de çû: "Em jin heftiyê carekî nan dipêjîn li gorî wê em kom dibin plansaziya nan pêjandinê dikin û herî kêm em 5 jin bi hevre nan dipêjîn, ev yek jî keyfxweşiyê dide me. Ji ber ku hem derfetên me çêdibin em jin sohbet bikin, hem jî em ji hevdû re dibîn alîkar û hem jî em li ser tendûrê her pêdiviyên xwe tînîn cih. Em dixwazin jiyana me jinan her tim bi hevre derbas bibe.”

‘Em xwarinên herî bi tam çê dikîn’

Her wiha jina bi navê Amîna çakik jî ya ku li ser tendûrê amadekariyên zivistanê dike anî ziman ku ew bi çêkirina balîcan û îsotan zivistanê xwarinên herî bi tam dixwin û wiha domand: "Em jin her roj li derdora tenûrê kom dibîn û amadekariyên zivistanê dikîn û bi vî awayî zivistanê hêsan derbas dikîn. Em zivistanê xwarinên herî bi tam dixwin dîsa em balîcanan ne tenê ji bo zivistanê amade dikin, ji bo jiyana rojane jî em çê dikin. Amadekariyên me bi vî awayi berdewam dike. Em balîcanên xwe çêdikin û dikîn bîdonan û dixin sarincan û ji bo zivistanê derdixinin û di taştê de dixwin. Ger pêdivî pê hebe em her tim ji hevalên jin re dibin alîkar.”

(zyd-md/rc)