'Daxwaza min eve ku ez Sûrê carek din bibînim'

09:06

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED - Fatma Çevîk ya 50 sal şûnde neçar ma ji ber qedexeya li Sûrê ji wir derkeve got: "Tenê daxwazek min heye ku ez carek din Sûrê bibînim." Fatmayê got êrîşê jiyan û piştevaniya li Sûrê kirine.

Berxwedana Sûrê ya 103 rojî berdewam kir li pey xwe gelek çîrok hişt. Gelê ji ber şer neçar man navçeyê terk bikin niha dixwazin vegerin. Fatma Çevîk ya 50 salî li taxa Fatîhpaşa jiya û neçar ma ji ber êrîşan derkeve, mala xwe barkir Şehîtlîkê.

'Ez bûm şahidê berxwedanê'

Fatmayê ku li Sûrê di qedexeyênbi navberan hat îlankirin li mala xwe ma û di qedexeya dawî de 20 rojan ma, şahidiya berxwedanê jî dike. Fatmayê got ew her roj diçe Sûrê û bîranînên xwe teze dike û got: "Ji mala min yek tiştek nehiştiye. Lê dîsa jî ez dixwazim biçim wir kon vedim û li wir bijîm."

Fatmayê jiyan û dîroka li Sûrê bibîr xist û got wan xwestin jiyan ali vir parçe bikin û wiha got: "Niha jî dibêjin wê li Sûrê avahiyan çêbikin. Bila wê ji me bipirsin. Em naxwazin avahiya li wir çêbikin. Bila ji me re bêlin. Emê ji xwe re malên xwe çêbikin."

'Yekane daxwaza min dîtina Sûrê ye'

Fatmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekane daxwaza wê eve ku Sûrê bibîne û wiha pê de çû: "Sûr ji min re wek bihûşte. Dema diçim wir rehet dibim. Her saetê her rojê dibêjim bila qedexe rabe ez biçim Sûrê.Ez xeyal dikim li ser mala xwe kon vedim. Ez êşê dikişînim. Mala min hebû. Ez li ber deriyê xwe rudiniştim. Min gelek bêriya wan rojan kiriye."

(hu)