'Em êdî dev ji warê xwe bernadin'

10:05

JINHA

MÊRDIN - Naîme Uçar ji ber zilma dewletê ji zaroktiyê xwe neçar dimîne ji Nisêbînê koçî Stenbolê bike. Naîmeyê vedigere bajarê xeyalên xwe ya zaroktiyê û jiyanê înşa dike.

Serpêhatiya Naîme Uçara ya ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye, dişibihe çîroka berxwedan û koçberiyê ya gelê kurd. Di sala 1992'an de Naîmeyê û malbata wê ji ber zilma dewletê neçar dimînin gundê xwe terk bikin. Naîmeyê ku piştî 5 gundan digerin koçî Stenbolê dike wiha got: "Nisêbîn xeyala min yê zaroktiye. Li bajarên xerîbiyê aramiya jiyana me nînbû. Lê ji bo jiyanê me têkoşîn da.

'Em dewletê baş nasdikin'

Naîmeyê ku dibêje "Ez ê carek din axê xwe terk nekim" wiha got: "Di temenê biçûk de min zilma dewletê dît. Xirakirina xaniyan, derxistina cenazeyên di bin avahiyan de û koçkirina mirovan ji zaroktiyê ve min naskiriye. Em ji 5 gundan hatin qewitandin, ji ber vê em neçar man warê xwe terk bikin. Ji ber vê em dewletê baş nasdikin."

'Dê Nisêbîn nû ve rengîn bibe'

Naîmeyê da zanîn ku, her mirov tenê ser axê xwe dikare bêhnek rihet bistîne û wiha dewam kir: "Em Nisêbînê ti car bi bajarên tirkan nadin. Em naxwazin kes bimre lê pêk anînên ku li hember kurdan jî kirine ew ê bê tol nemîne. Divê Nisêbîn nû ve bê înşakirin. Dê Nisêbîn nû ve rengîn bibe."

(kom/rc)