Li hemberî polîtîkaya helandinê dê parastina cewherî pêşbixin

10:12

Filiz Zeyrek/JINHA

MÊRSÎN – Li ser taxên kurdan ên Mêrsînê polîtîkaya dewletê ya helandinê berdewam dike. Jinên k udi ferqêdene bi zanabûn dizî û madeyên hişberiyê dixin nava taxên wan difikirin ku parastina cewherî pêş bixin.

Halime Adiyaman a 50 salî ku di salên 90’an de ji ber politikaya dewletê ya şer neçarî koçberiyê hatî kirin, politikaya dewletê ya bişaftin û helandinê li Mêrsînê nirxand. Halime ya ku ji Colemêrgê koçî Mêrsînê kirî anî zaman ku li gel şideta şer li taxên wan bi zanebûn dewlet dizî û madeyên hişberiyê zêde dike û got: “Li taxên kurdan dizî û madeyên hişberiyê pêşdixin. Ji bo hişê ciwanan razînin tiştên wiha pêşdixin.”

Halime da zanîn ku di rojên derbasbûyî de atolyeya wê ya dirunê ku 10 salin dixebitîne bi roj diz ketinê û wiha domand: “Ez û hevala xwe ya ji ber şerê Suriyê hatî Tirkiyê û 4 salin bi hev re dixebitin rastî gaspê hatin. Mêrên çavê wan girtî ketin hindir, çek dan serê min û gotin, ‘Tu serê xwe rakê em ê te bikujin. Tu pir dixebitê hinekê jî bide me.’ Dest dan qolya zêr ya li situyê min jî, dema ku min li ber xwe da, çeka ser serê min diha şidandin. Dawiyê gule berdan qoliye ji ji situyê min kirin birin û ji dikanê derketin.”

Halime destnîşan kir ku bûyerên wiha êdî li taxa wan gelek zêdebûne, ji bo wê jî weke jin dê parastina cewherî li hemberî van rewşan pêşbixin.

(zt)