Nesrînê bi xwedîkirina ajalan aboriya xwe pêk tîn

09:01

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Li Til Temirê jina bi navê Nesrîn Xidir bi xwedîkirina ajalan aboriya xwe pêk tîne û sûde jî berhemên wan digire.

Jinên li gundê Hemrayê ya bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bi xwedî kirina ajalan debara xwe pêk tînin. Jinên ku di warê aboriyê de zehmetî dikêşin, ji çanda xwe yê xwezayî sûdê werdigrin û bingeha jiyana xwe avadikin. Yek ji jinên gund Nesrîn Xidir jî, bi kedîkirina ajalan aboriya xwe pêk tîne û piştgirî dide malbata xwe. Nesrîna ku di temenek biçûk de hatiye zewicandin, berpirsyariyek mezin hildaye ser milê xwe. Nesrînê diyar kir ku, zehmetiyên ajal xwedî kirinê heye, lê belê ew jî bo zarokên xwe têkoşîna jiyanê dide.

'Pêdiviyên jiyanê û zarokên xwe pêk tînim'

Nesrînê da zanîn ku bi betlaneya dibistanê re zarokên wê alîkariya wê dikin û wiha got: "Dema ku pez tînin, ez şîrê wan didoşim, dikelinim û piştre dikim mast û penîr. Ez şîr û masti hem difiroşim cîranên xwe û hem aboriya xwe pêk tînim. Bi keda destê xwe hemû pêwistiyên xwe bi cih tînim. Heya dibistan vedibin dê zarokên min jî alîkariya min bikin. Piştre ew dê xwandina xwe bi domîn in û ez ê dîsa karê xwe berdewam bikim. Ez bi xwedî kirina ajalan, pêdiviyên jiyanê û zarokên xwe bi cih tînim."

(en/hk/rc)