Jinên Şirnexê ji nava konan derdikevin bêriyê

10:18

JINHA

ŞIRNEX- Jinên ku Şirnex ne terikandin û di konan de jiyana xwe berdewam dikin kevneşopiya bêriyê berdewam dikin. Jinên heya êvarî mihên xwe diçerînin di konan de şêwirmendiyê mezin dikin.

Li hemberî êrîşên AKP’ê yên qirkirina nijadî ser Şirnexê gel di konên li derdorê de vedane jiyana xwe berdewam dikin. Jinên bi berbanga sibê re mihên xwe ji bo çêroyê dibin lutkeyên çiyayê Cudî kevneşopiya bêriyê berdewam dikin û bi jiyana komunê alikariya hev dikin.

'Gel pêdiviyên xwe yên jiyanê dabîn dikin'

Ji ber qedexeya 163 rojin li Şirnexê berdewam dike, hemû çavkaniyên aboriyê yên welatiyan hatine girtin. Jinên çanda bêrîvaniyê berdewam dikin, ji nû ve di konan de şêwirmendiyê mezin dikin. Welatiyên di konan de jiyana gundan berdewam dikin pariyê nanê xwe bi cîranên xwe re par dikin.


'Di konan de şêwirmendî'

Jinên bi berbangê re radibin bi barên li keran kirî hildikevin lutkeyên çiyayê Cudî. Jinên heya êvarî mihên xwe diçerînin, ber êvarî digihin nava konan û şîrê dohtine bi hev re di meyînin. Hinek mastên xwe bi hev re par dikin hinek jî li dikanan difiroşin. Welatî bi vî awayî pêdiviyên xwe yên aboriyê dabîn dikin.

(aı/zt)