Ayşe hesreta xwe bi kincên kurê xwe derbasdike

10:38

JINHA

ŞIRNEX - Dayika Muharrem Erbek Ayşe Erbek, ji bo kurê wê neyê girtin, cilê wî di balgifê de veşart, kurê wê di jêrzemînê de hat şewitandin û qetilkirin. Niha dayika Muharrem Ayşe Erbek, sebra xwe bi cilê kurê xwe yê di bahlîfê de tîne û hesreta xwe derbas dike. Ayşe, bertek nîşani helwesta dewletê daû wiha got: "Dewlet niha şopa komkujiyê ya li jêrzemîna winda dike. Bila NY bê di nava molozan de şopê komkujiyê lêkolîn bike."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşa komkujiyê ya hêzên dewletê 79 rojan berdewam kir. Qedexeya kolanan a dewletê hêj di saetên şevê de berdewam dike. Di komkujiya Cizîrê de bi sedan welatî di jêrzemînan de hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Lê hêj dozgerî û pisporan li ser vê komkujiyê lêkolîn nekiriye û delîl kom nekirine. Li şûna delîlan kom bike, delîlan belav dike û tevî molozan davêje derve. Li navçeya Cizîrê ciwanê bi navê Muharrem Erbek ku wekî Dirêj dihat nasîn, di jêrzemîna yekemîn de bi şewatê hat qetilkirin. Li gel êriş zêde bûn jî Muherrem tax û kolana xwe terk nekir û piştre ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Niha li şopa wî cilê wî yê ku dayika wî di balgîfê de veşartibûn mane. Dayika Muharrem Erbek Ayşe Erbek, ji bo kurê xwe ji êrîşan biparêze û kurê wê neyê girtin cilê kurê xwe di balgîfê de veşart. Lê kurê wê di êrîşa li dijî jêrzemina yekemîn de bi çekên agir hat şewitandin û hat qetilkirin. Lê niha li şopa Muherrem tenê cilê wî yên gerîlla mane. Dayika Muherrem Ayşe Erbek niha bi cihê kurê xwe yê di balgiyê de veşartibû sebra xwe tîne û kirê xwe bibîr tîne. Ayşe Erbek ji ber xwendin û nivîsandina wê tune dema nav bi nivîskî di tv de derbas bû serxwext nebû. Lê piştî dîmen hatin weşandin ji çîp û cilên li ser kurê xwe nas kir ku kurê wê jî di jêrzemînê de hatiye şewitandin.

Ayşe, anî ziman ku di salên 1990’an de ji dîsa heman êş bi serê wê de hatin û gundê wan bi tang û topan hat xerakirin û wiha got: "Wê demê jî dewletê bi hukê çekan xwest em ji gunê xwe koçber bibin. Ji wê demê heta niha êrîşên dewletê ji ser me kêm nebûne. Niha ji dema êrîş li ser me zêde bûn heta roja 20’an em ji taxa xwe derneketin. Piştî roja 20'an em neçar man ji taxên xwe derkevin. Lê kurê min Muharrem di nava berxwedanê de ma. Hevalên xwe terk nekirin."

‘Tu kesi alîkarî neda wan'

Ayşe, da zanîn ku kurê wê Muherrem evîndarê warê xwe û Kurdistanê bû û ji bo wê xwe feda kir û wiha axivî: "Dema ez li Şirnexê bûm Muharremê min birîndar bû. Wê deme dîsa bi riya rojnamegeran bin bang li Ewropa kir û alîkarî xwest. Lê tu kesî alîkarî neda wan. Dewletê hemû şewitandin û qetilkirin. Ez li vir bang li Erdogan dikim û dibêjim; ger ku kurê te di jêrzemînê de bûya te dê alîkari nedaya? Gelo te dê kuştina wî temaşe bikiraya?"

10 rojan li ber morgê ma

Dayik Ayşe piştî kuştina kurê xwe fêr bû ku cenazeyê kurê wê li morga Sîlopyayê ye û 10 rojan li ber morgê li heviya testa DNA ya kurê xwe rawestiya. Lê niha li pey kurê wê tenê cilê wî û nivîsa “Her dem isyan” maye. Ayşe, da zanîn ku kurê wê ligel pismamên xwe û hevrêyên xwe Sabrî û Botan di jêrzemînê de hatin qetilkirin. Ayşe, bang li NY'ê jî kir û wiha got: "Ez bang li Welatên Neteweyên Yekbûyî (NY) dikim û ez dixwazin werin li vir li ser şopê lêkolîn bikin. Di nava molozan de şopê lêkolîn bikin û kujeran darizînin. Divê heyeta wan li lezgîn bên li Cizîrê lêkolîn bikin. Ji ber ku dewlet hewl dide ser komkujiya xwe veşêre û komkujiya wê neyê dîtin. Ez heta heta dest ji doza kurê xwe bernadim. Ez destê xwe ji qirka wan dernaxim."

(kom/zt)