'Em hemû kelemên heyî bi vîn û keda xwe derbas dikin'
09:05
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Xurbet Ebdullah ku dirûnê dike, karê xwe jî wek beşek ji xweşikirina jiyanê û tevlîbûna jinê di qada civakî de pênase dike. Xurbet derbarê kar û jiyana xwe de ji bo me axivî.
Her dem jin bi keda xwe bûye xwedî nirxekî pîroz. Jina kurd jî bi cih girtina hemû qadan, di şoreşa Rojava de li hemû cîhanê deng vedaye. Çi karê leşkerî, siyasî, aborî û hwd. qadên jiyanê jin bi rengê xwe dewlemendtir û xweştir dike. Li Kantona Kobanê jî em dikarin mînaka vê yekê bibînin. Xurbet Ebdullah dayîka du zarokan e, bi xwe ji Qamişlo ye lê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jiyan kiriye. Piştî êrîşên çeteyan bi malbata xwe re berê xwe daye Kantona Kobanê û saleke ku li wir dijî.
Xurbet wiha qala jiyana xwe kir, "Em ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatin Kobanê û derdorê salekê ye ku em li vir dimîn in. Ez û hevjînê xwe bi hev re alîkariyê dikin da ku em bikaribin debara jiyana xwe bikin. Hevjînê min Ehmed Omer karê cildirûnê dike. Zarokên min jî diçin dibistanê. Ji bo ku em bikaribin pêdiviyên wan pêşwazî bikin ez û hevjînê xwe bi hev re dibin alîkar û bi keda xwe zarokên xwe xwedî dikin."
Xurbet bilêv kir ku piştî derbasî Kobanê bûye wê biryarê xebatê daye û wiha pêde çû, "Em di 25'ê Nîsana 2015'an de gihiştin Kobanê. Min biryar da ku ez di atolyeyeke cildirûnê de kar bikim da ku ez alîkariya hevjînê xwe di xwedîkirina zarokan û pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanê de bikin. Ev çar meh in ku ez di atolyeyê de kar dikim û karê min 7 saetan didome. Tevî ku me gelek zor û zehmetî di şerê li Helebê de jiyan kir û em rastî gelek astengiyan hatin, hîn jî em bi hev re hêviyên jiyanê diafirînin û hemû kelemên heyî bi vîn û keda xwe derbas dikin."
Xurbet wiha dirêjî da gotina xwe, "Karê ku ez dikim jî beşek ji xweşikirina jiyanê ye. Di encam de kareke ku bi sûd û ji bo başiya civakê ye. Di heman demê de ez wiha xwe tevlî qada civakê dikim." Xurbet bang li hemû jinan kir ku ti caran li pêşiya zor û zehmetiyên jiyanê gavên xwe paşde neavêjin û got pêwîst e jin mîna xwedawendên ku di dîrokê de hatine naskirin, xwedî mîrate û pîroziyê bin. Ji bo wê jî, divê hebûna xwe her bidin hîskirin.
(hs/rc)