Hekîma xwezayî û navdar Zeynep Reşîd

09:03

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Zeynep Reşîd (80) ji gundê Heç Xelîla ya girêdayî Navçeya Raco a Kantona Efrînê ye. Zeynepa ku li tevahî Efrînê bi hekîmtiya xwe tê nasîn, 58 salin bi rêbazên xwezayî çavê mirovan paqij dike.

Ji dîrokê heya roja îro jin bi aweyek xwezayî hekîmtiyê ji civakê re dike û nexweşiyan derman dike. Zeynep Reşîd jî mînaka wan jinên xuliqkar e ku karîbû ji dayîk û dapîrên xwe şêwazê paqijkiirn û dermankirina çavan bi rêbazê gelerî di temenkî biçûk de hîn bibe. Zeynepa ku xwedî 10 zarokane ji 12'e saliyê xwe ve ji dayîka xwe hînê paqijkirina çavan dibe. Zeynepa ku li tevahî herêma Efrînê bi karê paqijkirina çavan tê nasîn, gelek welatî ji navçe ango bajarên din tên ba Zenepê, ji bo kevirê çavên wan derîne.

Ji gundên derdor ji bo çava diçûn gel wê

Zeynepê diyar kir ku di temenek biçûk de ew hîna karê paqijkirina çavan bûye û wiha got, "Ez di 12 saliya xwe de fêrî vî karî bûme, dema ez baş hîn bûm welatiyên gundên derdora me ji bo dermankirina çavê xwe dihatin gel min. Ez di 18 saliya xwe de hatim zewicîm, piştî sîh salan ji zewaca min, hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Zarokên min jî hemû ji mal derketin, tenê ez di mal de mam. Wê demê cîranên min ji min re gotin karê xwe bidomîne da ku tu bikarî bi xwe debara jiyana xwe bikî û xwe muhtacî ti kesî nekî. Ez jî wê demê li ser hizirîm û min biryar da ku ez careke din vî karê xwe bidomînim."

Tenê rojê Şemiyê ez li dikana ku min kirê kiriye dixebitim'

Zeynepê da zanîn ku berî hevjînê wê jiyanê xwe ji dest bide ew bê pere çavên welatiyan paqij dikir û wiha pêde çû, "Lê piştî wefata wî min her çavek bi deh heya 25 lîreyên Sûriyê derman dikir, niha jî ji ber buhaya pêdiviyên jiyanê, min buhayê dermankirina çav kiriye 200 lîreyê Sûriyê. Ez di hemû rojên heftiyê de li mala xwe karê xwe yê dermankirinê dikim. Tenê roja Şemiyê ez li dikana ku min kirê kiriye kar dikim.

Rêbazên paqijkirina çavan

Zeynepê wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez mendîlên spî yên pembo di karê xwe de bikartînim, ew jî divê pir paqij bin. Wekî din jî ji bo dermankirina çav ez rûn zeytûna, merhema Penîsîlîn bikartînim. Piştî dermankirinê ez wan mendîlên ku min bikaranîne davêjim. Nabe ku careke din werin bikaranîn. Bijîjkên pispor nikarin bi rengê xwezayî çav paqij bikin. Tenê bi rêya emeliyatan dikarin çavên wan paqij û derman bikin. Rast e ez bijîjkekî nexwendî û bê dîplom im, lê min ev kar ji dayîka xwe giritye û bi awayekî baş ez karê xwe pêk tînim. Niha jî bi vî karî ez dikarim debara jiyana xwe pêk bînim. Bêyî ku xwe mihtacî ti kesî bikim, bi keda xwe debara xwe dikim."

'Di hundirê her jinekê de hêzek mezin heye'

Zeynepê ji bo hemû jinan wiha got: "Jinek temen mezin be yan jî biçûk be, eger xwedî vîn be û wateya her kêliyeke jiyanê bizane, wê gelek berhemên bi nirx jî biafirîne, tenê ji bo wê têkoşîn li hemberî zehmetî û astengiyan pêwîste. Di hundirê her jinekê de hêzeke mezin heye, bawer dikim ku bi derxistina wê ya holê wê berhem û encamên xweşik werin afiradin."

(hs/rc)