Jinên Wanî: Xêr û bereketa me zozanên men in

09:12

Hatîce Kaya/JINHA

WAN- Jinên Wanê yên ku bi zorê gundên wan hatin valakirin, niha jî bi qedexeyên li ser zozanan re rû bi rû ne. Jinên ku neçar mane ajalên xwe dora bajêr didin çêrandin, ne razîbûnên xwe anîn ziman û got, "Xêr û bereketê me tev gund û zozanên menin. Sebra me êdî li bajaran nayê, em ê çewan ajalên li bajêr xwedî bikin?."

Di salên 1990'an de gelek Kurdistanî ji ber gundên wan hatin şewitandin ji cih û warên xwe koçber û sirgûn bûn. Ji gundê Xûmarê ya navçeya Şaxa Wanê jî welatî berê xwe dan navenda bajêr û hin ji wan li taxa Koyîçî ya navçeya Rêya Armûşê bicih bûn. Li gel ku di demsalên payîz û zivistanê de li Wanê bin jî bi hatina biharê re gundî berê xwe didin gundên xwe û hem xerîbiya xwe diborînin hem jî ji bo debarê, karên xwe dikin. Lê ji ber ku îsal gundê Xûmarê jî di bin navê ewlehî de hatî qedexekirin, Xûmarî nikarin biçin gundê xwe û neçar dimînin ku li taxê ajalên xwe biçêrînin. Jinên ku hewl didin di nav jiyana bajar de jî çanda gundan bidomînin li hemberî qedexekirina gund û zozanan hêrsa xwe anîn ziman.

'Em ajalan diçêrînin lê giya têr nake'

Esmer Komî (80) bi bîranîna rojên borî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Em berê serê sibê diçûn zozanan û me ajalên xwe heya êvarê li zozanan diçêrandin. Me giyayên xwe dirû. Jiyana me di nava bajêr de xweş naçe. Ji ber astengiyên dewletê em nikarin biçin gundên xwe." Esmer destnîşan kir ku di nav bajêr de zozan, ax û deşt tune ye û ji ber vê jî sebra wan nayê û wiha pê de çû: "Em jî tên li pişta nexweşxanê ajalên xwe diçêrînin lê li vir jî giya kêm e û pezên me baş têr nabin. Sebra min bi ajalên min tê. Serê sibê heya êvarê li vir mîna li gundê xwe di nav pezên xwe de me. Em her sal diçûn gundê xwe. Mixabin îsal dewlet gundên me qedexe kirine. Lê em jî dest ji axa xwe bernadin."

'Em neçin gund dê kî debara me bike?'

Esmer di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo debara malê ew neçar in ku biçin gundê xwe û got: "Em neçin dê kî debara me bike, xwedî li me derbikeve. Em ê çi bikin giya kêm e em ê çi bidin pezên xwe. Çawa penîr û katixê xwe bigrin. Em hemû li zozan û gundan mezin bûne. Em li bajêr nikarin bijîn. Em ê çanda xwe li bajêr jî berdewam dikin lê mîna gundan nabe."

'Çend sal in me çi sûdê ji bajêr negirt'

Jina bi navê Heznî Komî ya 50 salî jî 23 sal berê ji gundê xwe ji ber zora dewletê derketiye. Heznî jî anî ziman ku ew her sal bi hatina biharê re ajalên xwe derdixistin zozanan lê ji ber qedexeyan îsal nikarin biçin gundê xwe. Heznî diyar kir ku ew ji van pêkanînan gelek aciz in û wiha pê de çû: "Em jî ji neçarî ajalên xwe derxinîn van deran lê giya tune ye. Ajalên me têr naxwin. Em hesdikin mîna hersal biçin ser axa xwe. Jiyana me gund e." Heznî destnîşan kir ku ew li gund û zozanan mezin bûn û lewra jiyana bajêr ji bo wan gelek giran e û wiha axivî: "Bereket li zozanan heye. Em neçin gundên xwe em ê çawa di nava bajêr de bereketê bibînin. Em hemû tiştên xwe ji pezî digirin. Ev çend sal in ku li Wanê dijîm lê me çi sûde ji bajêr negirt."

'Sebra me li bajaran nayê'

Heznî li ser xweşiya jiyana gund axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hemû karê xwe bi hev re dikir. Bi hatina biharê re em diçûn giyayan. Havînan giya dirûn û dirakirin. Me ji bo xwe bistan danîn. Axa me dewlemend e lê dewlet axa me qedexe dike. Xêr û bereketê me tev gund û zozanên menin û sebra me li bajaran nayê."

(rc)