Tekoşîna jiyanê ya Îslima ku nanê xwe ji keviran derdixe
09:37
JINHA
DİLOK - Îslim a ku bi salane di nava zeviyan de dixebite, niha jî bi berkêşanê debara xwe dike û li gel hemû zoriyên jiyanê jî hewildide ser lingê xwe disekine.
Ji bo ku hişmediya desthilatiya mêr heya keda jinê li mal, navendên jiyanê û kar neyê dîtin hertim jin xizan jiyan dikin. Îdîl Îslim Yakit di darbarê hewildanên xwe yên jiyanê de wiha axivî: "Mêr daîmî gotinên weke; 'Jin nikare bi xabite bila li zarokên xwe meyzeke' dikin, ev hişmendî keda jinan jî wunda dike. Ji bo hişmendiya meran min bi salan têkoşîna keda jinê parast. Tevî zarokên xwe ez jiyana xwe bi karê nav zeviyan berdewam dikim. Vê demê jî ez kevira kom dikim li nav zeviyan ji bo ku debara mala xwe bikim çi kar bê ez dikim, ne muhtacî mêra me."
'Li zeviya min çapa dikir'
Îslim di derbarê xwendina zarokên xwe de jî wiha got: "Rewşa min a aboriyê nebû 3 zarokên min ne xwendin. Ji bo ku malbata hevjinê min li Rojava bû li Tirkiye yê axa me nîne. Em berê li Nizîpê bûn, paşê me mala xwe bire Dîlokê. 2 law û keçek min heye, yê mezin (15) û yê piçûk jî (12) ye. Navçeyek û bajarek nema ku ez lê ne xebitîm. Niha jî li nav zeviyan keviran kom dikim, ji bo ku bên çandin."
Îslîm destnîşan kir ku ew û zarokên xwe bajarek li Tirkiyê nemaye ku lê ne xabitîne û wiha pêde çû: "Ev 8 salin ez li Dîlokê li nav zeviyan di xebitim. Eger jin bi xwaze di kare muhtacî tukesî nebe. Bi têkoşîna jiyanê nekevin li berxwe bidin. Ma em ji bo çi dibêjin jin jiyane."
(dt/zt)