Malbatên Kobanê yên li Edenê dijîn dixwazin vegerin ser axa xwe

10:40


Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji warê xwe koçî Edeneyê kirî bi hatina zivistanê re şertên jiyana wan hîn zêdetir dijwar dibe. Kobaniyên neçar dimînin di yek oda xaniyên ratubat de dimînin dixwazen demke beriya demekê vegerin Kobanê.

Malbatên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê warê xwe terikandine li Edenê bicîh bûne rewşa wan nebaşe. Her malbatek di yek odê de dijîn. Daxwaza wan a sereke zu vegera Kobanê ye. Malbatên ku piranî ji jin û zarokan pêktên di avahiyên xirabe de tekoşîna jiyanê didin. Bi hatina zivistanê re jiyana wan hîn zêdetir ketiye zoriyê.

'Em demek beriya demekê dixwazin vegerin Kobanê'

Dayîka 8 zarokan Zehra Musa ya 47 salî ku berî salekê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatî li navçeya Seyhana Edeneyê dijî diyar kir ku ew dixwazin vegerin Kobanê û wiha domand: "Em naxwazin di cihên kevnareyên ratubat de bijîn. Em dixwazin zu vegerin Kobanê. Ne darên em bişewitînin hene, ne jî bataniyên em di bin de germ bibin. Ji dema em hatine heya niha welatiyên vêderê gelek alîkariya me kirine, lê ev salek bû, ji xwe rewşa wan jî ne başe bi zorê debara xwe dikin, nikarin li me jî binêrin."

'Em di nexweşxaneyan de nikarin derê xwe ji bijîşkan re bêjin'

Zehra da zanîn ku DAIŞ bi navê misilmaniyê mirovan qetildikin û wiha berdewam kir: "Li tiştên bi zarokên me dayîn kêşan binêrin gelo misilmanî eve? Mirovên bê guneh ji ser axa wan derxistin. Zaroka mina 3 mehî gelek nexweşe, bi şev ez û ew heya serê sibê em narazin. Dema ku ez dibim nexweşxanê jî nikarim derdê xwe ji bijîşkan re bêjim, ji ber zimanê me tênagihin. Li gel du car min biriye jî lê ti başî lê nebûye. Weke dayîk êşa zaroka min gelek min dide zorê. Ji xwe min berê de fikirîna ser xwe jibîr kiriye. Zarokên min gelek sar dibin, heta gureyên ez têxim lingên wan nikarim peyîda bikim. Hevserê min bi halê xwe yên nexweş ve diçe nava zeviyan de dixebite."

'Bi navê misilmaniyê DAİŞ mirovan qetildike'

Rewşa Ayşa Muhammed jî ji ya Zehra ne cudaye. Dayîka 5 zarokan Ayşa jî li heman deverê dijî. Hevserê Ayşa 7 meh berê li Kobanê birîndar bûye. Ayşa da zanîn ku hevserê wê 5 caran hatiye emelyatkirin û wiha dom kir: "Hevserê min ji nîvî û pê de şeht bûye, ezê çî bikim nizanim. Xwediyê malê dixwaze me derxîne, emê bi ku de biçin nizanîn. Ez di nava zeviyan de dixebitim, em dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin. Li Kobanê baxçê me yê zeyîtînan hebû, pez û dewarên me hebûn, rewşa me gelek baş bû. DAIŞ hat hemû pez û dewarên me qetilkirin, daristanên me şewitandin. Bi navê misilmaniyê mirovan qetildikin. Em dixwazin Kobanê zu bê avakirin û em vegerin ser axa xwe."

(zt)