Li Wanê hem havîn hem jî zivistanê ji axê sud digirin

09:01

JINHA

WAN - Jinên ku ji gundan koçî nava Wanê kirine, havînan diçin gundên xwe di nava zevî û baxçeyan de hilberînên dikin hem aboriya xwe pêdikin û hem jî amadekariyên zivistanê dikin.

Li herêma Serhedê jin kevneşopiyên xwe yên çanda gundan li her deverê didin jiyan din. Jin li nava deşt û baxçeyan amadekariyên zivistanê dikin. Jin hemû xwarinên xwe yên zivistanê ji nava baxçeyan berhev dikin.

'Di tevahiya zivistanê de em zoriyan nabînin'

Dayîka 6 zarokan Hazal Bahadir a 55 salî ku ji gundê Andiçerê navçeya Şaxa Wanê ye li navendê dijî. Hazal di derbarê xebatên xwe yên amadekariyên zivistanê de wiha axivî: "Dema ku me ji gund koçî nava Wanê kir min çêlên xwe jî li gel xwe anîn. Ez ji şîrê çêlên xwe penîr û mast çêdikim. Ez wî mast û penîrî difiroşim dikandaran û didim cîranan." Hazal da zanîn ku li gel xwedîkirina çêlan ew di baxçeyê ber mala xwe de baxçevaniyê dike. Hazal destnîşan kir ku ew berhemên baxçên xwe jî ji bo xwarina xwe ya zivistanê radikin û hinekê jî difiroşin bi wê aboriya mala xwe dikin.

'Ez di nava baxçê xwe de gelek fêkiyan berhev dikim'

Dayîka 6 zarokan Şemlan Lale ya 56 salî ku ji gundê Nordiza navçeya Payizova ya Wanê û niha di navendê de dijî jî destnîşan kir ku ji bo amadekariyên zivistanê ew tevahiya havînê di nava baxçeyan de fêkiyan berhev dikin û hişk dikin. Şemlan anî ziman ku ji bo amadekariyên zivistanê ew havînan diçin gund û wiha berdewam kir: "Ez serê sibê despêkê nan dipêjim, paşê ez diçim çolê pezê xwe diçerînim. Ez ji şîrê pezê xwe mas û penîr çêdikim. Ez ji çolê pincarên weke siyabo û mendik tînim dixim nava penîr. Ez hemû van karan dibin tîrêjên rojê de dikim. Çiqas zore, ewqas jî xweşe. Hemû tiştên ku em berhev dikim xwezayîne. Di nava baxçê min de jî bi her awayî fêkî hene. Axa Kurdistanê gelek bi berekete. Em hemû pêdiviyên xwe yên zivistanê ji nava tiştên xwezayî berhev dikin."

(zt)