Têkoşîna jiyana Ûmmûhan yê 120 kilometreyan

09:14

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Ûmmûhan Ozal (62) yê ku li bajaroka Çîftehan a navçeya Uludag yê Nîgde yê dijî, fêkiyên ku ji baxçeyê xwe berhevdike li Edenê difroşe. Ûmmûhan diyar kir ku ew bêy ku xwe mûhtacê kesî bike têkoşîna jiyanê dide û bang li jinan kir ku aboriya xwe bi xwe avabikin kir.

Ûmmûhan Ozal (62) dayîka 5 zarokane û li bajaroka Çîftehan a navçeya Uludag yê Nîgde yê dijî. Ûmmûhan fêkiyên di baxçeyê xwe de berhev dike ji Uludagê tîne Edenê û difroşe. Ûmmûhana ku her roj 120 kîlometre rê dide ber xwe, wiha qala têkoşîna xwe yê jiyanê kir, "Em wek jin li hember kevneşopiyên civakê yên li hember jin berxwedidin. Salên dirêje min hevjînê xwe wenda kiriye. Dema ku hevjînê min jiyan dikir jî ez dixebitîm û ti caran min xwe mûhtacê tu kesî nekiriye. Ez keça cotkarame û ji roja ku min xwe naskiriye ez bi çandinî û cotkariyê re mijûl dibim. Zaroktiya min jî wiha borî, di jiyanê xwe de her dem xebitîm."

'Bendewariyê min ji zarokên min nîne'

Ûmmûhan da zanîn ku ew fêkî ji baxçeyê malê berhevdike û li Edenê difroşe û wiha domand: "Du roj carek fêkiyên gihêştiye ez berhev dikim û diçim Edenê. Heya êvarê ez diforşim. Fêkiyên ku ez difroşim, sêv, hejîr, portaqal, mandalîna û xurme ye. Bi awayek xwezayî dighêjin û li gorî her demsalê fêkiyên cuda dighêje. Niha sêv diforşim, berî du roj xurme hebû û havînê ez hêjîr tînim. Kîjan bighêje ez wê tînim û difroşim." Ûmmûhan anî ziman ku zarokên wê li Stenbolê dixebitin lê bendewariya wê ji zarokên wê nîne.

'Ji ber fêkiyên xwezayîne balê herkesî dikêşe'

Ûmmûhan bilêvkir ku li Uludagê nikare fêkiya bifroşe û wiha pêde çû: "Ji ber ku li Uludagê her kes karê cotkariyê û çandiniyê dike. Fêkiyê her kesî heye. Ji ber vê tenê dikarim li Edenê bifroşim. Ji ber fêkî xwezayî û bi tenduriste balê her kesî dikêşe. Zû jî tê firotin. Ez pir buha nafroşim, li gorî fêkiyan tê guhertin lê zêde nastînim. Bi pereyên ku qezenç dikim hem perê rêyê xwe derdixim hem jî debarê xwe dikim."

'Divê jin budçeyê xwe avabikin'

Ûmmûhan bang li jinan kir û wiha got: "Jin dikarin her tiştî bikin tenê bila xwestek hebe û têkoşîn bikin. Jin bi derfet û qezencên ji kar dikarin bi awayek hêsan xwe rêvebibin, ev yek jî dê jin bi hêztir bigre. Ez xwe gelek bi hêz dibîninm û bawerdikim ku dikarim hemû zehmetiyan biborînim. Jin ji bo aboriya xwe bi xwe avabikin divê tevlî jiyana kar bibin. Dikarin li malê jî bi hûnerên destan çêkin û biforşin, divê jin bi vî awayî budçeyê xwe avabikin."

(rc)