Rengê jin li Erdîşê zêde dibe
09:16
JINHA
WAN - Yek ji cihên ku zîhniyeta desthilatdariyê hêdî hêdî dişke Erdîşe. Meclîsa Jinan û Îstîhdama Jin yê ku di binesaziya şaredariyê de hatî avakirin xebatê xizmet û polîtîkayên pêşxistina jin berdewam dike. Komîteya Meclîsê anîn ziman ku ji bo bihêzkirina jin ew xebatê xwe berfireh dikin.
Li hember zîhniyeta desthilatdariyê, Koma Meclîsa Jin yê ku di meha Tîrmehê de di bunya Şaredariya Erdîşê de hatî avakirin, di her qadê jiyanê pirsgirêkên heyî dixe rojeva meclîsê û çareseriyê wê hedef dike. Komîteya Meclîsê Sarya Bîlîcî diyar kir ku, Li Erdîşê zîhniyeta desthilatdariyê mêr bi bandore û hilweşîna vê zîhniyeta kevneşop wê bi pergala hevseroktiyê pêk were û got ku pêşengiya vê xebatê Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn kir.
'Derbarê jinan de xebatê me didome'
sarya da zanîn ku meclîs ji 2 berdevk 5 rêveber pêk tê û xebatên bi bandor pêk tînin. Sarya diyar kir ku xizmetên jin û polîtîkayê xebatê bi riya meclîsê tê rêveberin û got, aborî xebatên îstîhdamê dê jin bi hêz bike û wiha domand: "Me li ser 12 doniman rezê tirî çandiye û em ê vê radestî rêveberên kooperatîfên jin bikin. Hewldan heye ku em personelên jin bigrin û koteya jin di nava xebatê de zêde bikin. Di heman demê de em navendên jin û qadên ku têde bêhna xwe vedin avadikin. Xebatê mala tendûrê û çêkirina nan pêk hat. Her wiha ji bo pêşxistina zanistiya jin jî xebat didome. Di hemû qadên xebatê de jin rêvebertî dike. Bi gotina hevşaredara me Dîba, Erdîş ji aliyê jinan ve tê rêveberin."
'Di qadê civakî te tevlîbûna jinan bi hêztire'
Yek ji komîteya jin Gûlay Yilmaz jî bilêvkir ku berî xebat bidin despêkirin bi jinan re tê parvekirin û wiha got, "Em dixwazin jin di qada aborî û îstîhdamê de xort bikin. Ji ber jinek ku di qada aborî de bi hêz be di qadê civakê de jî tevlîbûn bi hêz dibe. Li gel xebatên atolye û kooperatîfê xebatên xweser jî em pêk tînin."
'Dê rengê jin li her qadê bi hêz bibe'
Gûlay qala şerê ku li herêma Kurdistanê didomin kir û got, ev rewş herî zêde zarok û jinan bandor dike. Gûlay wiha dawî li gotina xwe anî: "Desthilatdar herî zêde ji jinan ditirsin û ji ber vê êrîşê jin dikin. Wek jin em ê li hember van êrîşan xwedî helwestbin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û d3e rengê jin li navçeyê bi hêz bibe. Bi vê wesîlê ez hevşaredar Dîba û hemû hilbijêrên hatine girtin silav dikim. Dê têkoşîn û xebatê jin berdewam bikin."
(rc)