'Bila ji bo me jî cihên kar bên vekirin'
09:09
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Jinên ku yekşem û çarşeman li Cihê Bazara Yenîşehîrê tezgahên xwe vedikin diyar kirin ku tên asteng kirin. Jinan daxwaz kirin ku ji bo wan jî qada aboriyê bila bê vekirin.
Jinên bi navê Sati Kilinç û Cemîle Baykal ên ku li gundên derdora Enqereyê nebatan kom dikin û li Cihê Bazara taxa Sihhiyê ya Yenîşehîrê li gel hemû astengiya mêran difiroşin û debara xwe pêk tînin. Sati Kilinç ji gundê derdora navçeya Mamakê nebat û berên ajalî ji bo debariya xwe pêk bîne kom dike. Satî diyar kir ku navnê xwe ji axê derdixe. Cemîle Baykal a ku ji bahçeya avahiya xwe zebzeyan xwedî dike û li bazarê difiroşe jî anî ziman ku di hefteyê de tenê 2 rojan destûr heye ku berên xwe bifiroşin û daxwaz kir ku tenê cihek ji wan re bê veqetandin.
Jina bi navê Sati ya ku li taxa Huseynîgazî dijî jî destnîşan kir ku tenê ew roja çarşemê dikarin wek jin tezgeh vekin û bixebitin. Sati got ku tenê zarokên xwe hewceyî kesî neke ji mecbûrî tezgah vedike lê mêrên ku li bazarê ji wan re astengî derdixin û destûrê nadin ku karên xwe bikin û ev tişt got: "Em ji bo zarokên xwe xwedî bikin ji sibê de diçin gundê derdor û ji jinên wir penîr, mast, hêk û nebatên xwarinê distînin û debara xwe pê dikin."
'Em debara xwe pêk tînin'
Sati diyar kir ku heya niha 2 zarokên xwe bi pereyê ku ji tezgahê kar kiriye zewîcandiye û wiha axivî: "Bi salan e ku ez vê karê dikim û debara mala xwe pê dikim. Lê îsal mêrên ku li tezgahên wan li bazarê êdî destûr nadin ku jin werin bazarê û bixebitin. Bu zivistan û hewa sar e. Ka em herin kuderê û tezgahên xwe li ku vekin. Em jî bivê awayê debara xwe pêk tînin. Bila ji bo me jinan bazarek bê vekirin û her roj bê astengî bixebîtin."
Cemîle Baykal a ku li navçeya Mamakê dijî û bi zebzeyên ku ji bahçeya xwe kom dike û li bazarê difîroşe jî rewşa xwe wiha anî ziman: "Em tenê roja şemiyê û çarşemê dikarin biçin bazarê û tiştên xwe bifîroşin. Di gund de tenê ez û kurê xwe dijîn. Em keda destê xwe dixwîn û divê ez kurê xwe bi zewicînim lê kar tune."
'Bila hikumet jinan jî bibîne'
Cemîle ji bo pereya ku kar kiriye nede taksiyê heya mala xwe dimeşe bang li rayedaran kir ku bila hikumet ji bo jinan jî cihê kar veke û xwedî li jinan derkeve.
(ho/rc)