Gûlsûm bi 'makînê dirûnê' kevneşopiya civakê hildiweşîne

09:09

Nişmiye Guler/ JINHA

WAN - Gûlsûm Komî, tevlî xebatê jiyanê dibe û bi têkoşîna xwe kevneşopiya civakê hildiweşîne. Gûlsûm bi makînê dirûnê a ku daniye mala xwe, dirûtinê dike.

Jin bêy ku pêdiviya xwe bi mêr bibîne, li ser lingê xwe disekinin û hilberînên nû bi riyê kar pêk tînin. Gûlsûm Komî (39) hişmendiya civakê ya ku dibêje 'jin muhtacê mêr e' hildiweşîne û bi makîneyê dirûnê a ku daniye mala xwe, aboriya malê pêşwezî dike. Gûlsûma ku li navçeya Ertemêtan a Wanê di xaniya xwede makînê dirûnê daniye, qala xebata jiyana xwe kir. Gûlsûm da zanîn ku berî 16'e salan ew karê dirûnê ji dayîka xwe dewir girtiye û wiha got: "Ji ber makînê dirûnê ya dayîka min tûne bû, bi ta û derziyê cil didirûtin. Min li destê wê nêrî û wiha hînê dirûtinê bûm. Bi demê re ez hînê çêkirina lihêfan û nivînan bûm. Despêkê bi makîneyê lingan xebitîm, ji pereyê ku min qezenç kiriye bi demê re min makîneyek din yê eletrîkê sitand."

'Ji bo ku ez sparîşan bighînim ji sibê heya êvarê dixebitim'

Gûlsûm diyar kir ku li ser daxwazê jinên taxê piranî ew cil û bergên herêma Wan, Colemêrg û Şirnexê didirû û got cilên ku ew didirû piranî di rojên şahî û Newrozê de tên li xakirin. Gûlsûm anî ziman ku ew dervî cilan, rûyê lihêf û nivînan didirû û wiha got, "Ne tenê jinên taxê, ji tax û gundên cûda jin tên ba min. Gelek car ji ber naghêjim, jin li malê bendê min dimînin. Ji bo ku ez sparîşan bighînim ji sibê heya êvarê dixebitim."

'Armanca min cihê dirûnxanê vekirine'

Gûlsûm bi lêvkir ku di mehên buhar û havînê ji ber dawetan gelek sparîş tên û got rûxmî pirsgirêkê wê a tendûristî heye jî ew ji karê xwe gelek hezdike. Gûlsûm wiha domand: "Êdî dixwazim makînê dirûnê danim dirûnxanê û bixebitim. Gelek car nikarim karê mal ji ber vî karî bikim. Xeyalê min tenê vekirina dirûnxanê ye. Niha ez amedekariya vekirina dirûnxanê dikim."

'Çi ji destê jinan tê divê bikin'

Gûlsûm destnîşan kir ku ew dirûnê hînê zarokên xwe jî dike û dixwaze bi vî aweyî derbasî nifşê nû bike û wiha bang li jinan kir: "Wek min karê xwe bikin û bêy ku hûn xwe muhtace mêr bikin, bi kedê xwe pere qezenç bikin. Bi kedê xwe ez hem zarokên xwe xwedî dikim hem jî pêdiviyên jiyanê pêk tînim. Divê jin vala nesekinin û çi ji destê wan bê divê bikin."

(rc)