Jinên Çamlihemşînliyê: Derdê me tenê xwezayê me ye

09:10

Sîbel Yûkler-Duygu Erol/JINHA

RÎZE - Jinên Behra Reş li hember talana xwezayê di mercên zehmet ên xwezayê de têkoşînek mezin nîşan didin. Jinên Çamlihemşînlîyê ên ku cihê xwe di Însiyatîfa Firtina de digrin dibêjin 'Jiyana bi xweza û axê re jin ava dike' û axê xwe terk nakin. Jinên Çamlihemşînliyê ên ku li hember Yeşîl Yolê têkoşîn dikin dibêjin me carek dest bi têkoşînê kiriye û wiha gotin: "Derdê me tenê xwezayê me ye. Hebûna me a vir bi serê xwe berxwedan e."

Endamên Însiyatîfa Firtinayê Tûlay Gûlay, Susem Nur Karayalçin û Ozlem Erol ên ku li navçeya Çamlihemşîna Rîzeyê dijîn têkoşîna jiyanê û berxwedana jinan a di nava xwezayê de ji JINHA'yê re vegotin.

Tûlay, Susem Nur û Ozlem di serî de qala têkoşîna xwe a li hember Yeşîl Yolê kirin û anîn ziman ku ev ne projeya rêye talankirina xwezayê ye. Susem Nur got, "Ji bo berjiwandiyê xwe vê projeyê dane despêkirin." Susem Nur diyar kir ku ew ji meha Adarê û pêve wek Însiyatîfa Firtinayê li hember projeya Yeşîl Yolê dest bi têkokşînê kirine û wiha domand: "Ev ne pirsgirêkê dar jêkirinê ye, mirovek ku kêm ji xwezayê fêm bike jî dizane li ser 2000 metreyan dar şîn nabe. Li zozanên Samîstal darên bodurê heye û zozan ji kevir pêk tê. Dar nîne tu jêkî ji xwe. Li vir biryar dan ku zinarek mezin biteqînin û li binê wê xanî hebûn. Dibêjin 'Eger xanî hilweşin ne pirsgirêke em ê cardin destûr bidin hûn xaniyên xwe çêbikin' li ser vê buyer derketin." Susem Nur anî ziman ku di zozanên Samîstalê tenê riyek bi çûk heye û wiha pêde çû: "Eger dixwazin xizmet me bikin wê demê divê riyên heyî ji nûde çêbikin. Çi ji destê me bê em ê bikin."

'Me carek dest bi têkoşînê kir'

Tûlay jî wiha got: "Pêdiviyê taxên ku bi rê hene çênakin, lê heya 3200 metreyan di nava xwezayê de dixwazin rê çêkin. Samîstal kevirê wê zêdeye. Tenê bi teqînan dikarin rê vekin. Her teqînek tê wateya mirina zindiyên xwezayê. Li Samîstal êdî dengê çûkan nayê. Em wek Însiyatîfa Firtinê me carek dest bi têkoşînê kiriye. Derdê me tenê xwezayê me û zozanên mene." Tûlay sedema vegera xwe a ji xwezayê re wiha vegot: "Em ê li hember projeyên wiha têkoşîna xwe bidomînin. Piştî jiyana 20 salan a li Îzmîrê em derbasî vir bûn. Ez dixwazim di nava xwezayê warê xwede weke berê bijîm. Dixwazim di nava zozanê de bimeşim." Tûlay anî ziman ku ji ber zonanên wan asê û hişke nikarin sewalan xwedî bikin û wiha pêde çû: "Em li vir her tişt bi derfetê xwe pêk tînin. Em bi turîzmê re mijûl dibin. Lê divê turîzim bi zanabûn bê rêvebirin. Divê jinên Behra Reş bi hêz bin. Ji ber jin li vir bi her karî re mijûl dibe, bandora mêr zêde nîne. Di nava xwezayên asê de em hînê jiyanê dibin."

'Hebûma me a vir bi serê xwe berxwedan e'

Ozlem da zanîn ku ew di berxwedana Yeşîl Yolê de cih negirtiye ji ber ne li Samîstalê bû û wiha got: "Ji vir min dişopand. Dema ku wesayîtên polîsan derbas bû me dît. Me demek giran û zehmet derbas kir. Berxwedana jinan a li hemberê rayedarên dewletê di cih de bû." Ozlem wiha dirêjî da gotina xwe: "Li vir mayîn û seknandin bi serê xwe berxwedane. Erkê her kesê vir pir girînge. Ji ber jin li wir berxwedane divê gotina wan bê esas girtin. Em jî ji vir piştgirî didin wan. Her dem em di nava dayîn û standinê dene."Ozlem anî ziman ku ew tevlî Konferansa Îklîm ya Stenbolê bûye û wiha berdewam kir: "Em tevî jinên ku di têkoşînê de cih digrin çûn. Bi vî aweyî me dengê têkoşîna xwe bi çapemeniya giştî da bihîstandin. Jinên têkoşînvan bi cîhanê dengê xwe dan bîhistandin. Li vir jiyan kirin bê guman zehmete, jin hem jiyana mal û hem jî jiyana bi axê re bi rêxistin dike. Ji ber vê girêdanbûna jin bi ax û xwezayê zêdetire."

(rc)