Kulê erdheja Wanê 4 salin nayê pêçandin

10:51

JINHA

WAN - Dayîka 4 zarokan Saniye Keçeci ya ku piştî erdheja Wanê demekê dibin konan de mayî û paşê jî di malên prefabrik de dijîn diyar kir ku di wan malan de jiyana wê û zarokên wê di metirsiyê dene.

Li bajarên ku herî zêde metrisî lê zêde dibe bajarê Wanê ye. Bi taybet piştî erdheja ku di sala 2011'an de li Wanê pêk hatî gelek malbat ji ber ku mala wan hilweşî neçar man di konbajaran de ango di malên prefabrîk de di şert û mercên zor û zehmet de têkoşîna jiyanê bidin. Saniye Keçecî (34) a ku piştî erdhejê xaniya wê hilweşî û tevî 4 zarokên xwe demek di konbajaran de ma û niha derbasî xaniyên prefabrîk bûye, qala zehmetiyên ku dijî kir. Saniye yê ku di encamê qezayek trafîqê de çavek xwe wenda kiriye û çeneyê wê şikestiye diyar kir ku piştî qezayê ew nekariye tiştek ji bo zarokên xwe bike û got nexweşiyên fîzîk û derûnî pêre çêbûye. Saniye da zanîn ku hevjînê wê berî 7 salan ji înşaatê ketiye û ji ber vê nikare bixebite. Saniye got ku ji ber ku aboriya wan gelek xirabe ew êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin.

'Carnan di nefes girtinê de em zehmetî dikêşin'

Saniye bi gotina "Ji vê re mirov nikare bêje jiyan" hestê xwe tîne ziman û got di nava şert û mercên girande ew jiyana xwe didomînin. Saniye got bi 700 lîrayên ku ji ber nexweşiyê didin ew hewldidin debara xwe bikin û wiha got: "Ji ber nexweşiya min her sê mehan 700 lîreyan didin min. Nîvê peran ez pê derman distînim û du zarokên min ên biçûk diçin dibistana seretayî. Yek bê sole yek jî bê monte. Em wiha di mercên zor de derbas dikin jiyana xwe. Em ketine mihên zivistanê û herkes vê yekê dizane. Di xaniyên prefarbîk de sobe danîn gelek bi tehlûkeye, lê em neçar dimînin danin. Lê cardin xanî sar dimîne. Carnan di nefes girtinê de em zehmetî dikêşin. Ji ban û tezgeha xaringehê her dem av dilop dike. Carnan ji ber avê em nîvê şevê ji xew radibin û cihê zarokan digherin. Her der di nav avê de dimîne."

'Em di rewşek xirab de ne'

Saniye destnîşan kir ku tenê daxwazê wê ji bo zaroka xaniyek di mercên hîn baştir de be û wiha pêde çû: "Zarokên min ji ber bêhna sobê nexweş dikevin. Zarokên min li malek din bi rihetî dikarin xarinê bixwin, lê li mal ji ber bê îştahiyê nikarin xarinê bixwin. Havînê ji germahiya zêde em nikarin rakevin û zivistanê jî ji ber sermê. Bingehê malên ku hilweşiyane heye. Eger hinek bibin alîkar, bila zarokên min ji vê jiyanê rizgar bikin. Em di rewşek xirab de ne."

(rc)