Ji avahiyek hilweşiyayî jiyanek nû...

10:06

Duygu Erol/JINHA

RÎZE - Ozlem Erol ku dibêje "Ez ji jiyana bajarbûnê heznakim", bêy ku xwe neçar bihêle, vedigere cihê aramiyê ser axê xwe û ji avahiya ku hilweşiya ye jiyanek nû avadike.

Çawan ku li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer koçbertî pêk tê li Behra Reş jî ji ber têkoşîna li hember HES'an, gelek welatî neçarî koçberiyê bûye. Ozlem Erol (36) piştî koçbertiya salan vedigere navçeya Çamlihemşîn a Rize yê û jiyana xwe avadike. Ozlema ku hotela 'Mayy' vekiriye û têde dixebite, xweşikbûna Behra Reş û çanda wê li dora xwe civandiye. Ozlem di heman demê de cihê xwe di însiyatîfa Firtina de digre û li hember HES'an têkoşîn dide.

'Li hincet gerîn zortir dihat'

Em li ber sobê rûniştin û bi Ozlem re peyivîn. Ozlem da zanîn ku heya 31 saliya xwe tenê di betlaneyê de dihat gund û malbat ziyaret dikir. Ozlem diyar kir ku ew herdem evîndarê axê xwebûye û wiha got: "Li bajêr jiyanek ku mirov hezbike nîne. Tu caran kêfxweşnebûm. Li hincet gerîn zortir bû. Her dem ji wê jiyanê bi gazinc bûm. Ji ber vê min biryar da ku ez li vir bi cih bibim."

Ji avahiyek hilweşiyayî jiyanek nû avakirin...

Ozlema ku li Bursayê ji dayîk bûye û mezinbûye niha li Çamlihemşîn bi tena xwe dijî û wiha got: "Li Çamlihemşînê tenê avahiyek ji daran mabû ew jî hilweşiyayî bû. Min ji xwedanê avahiyê vir bi kirê kir û bi kedek mezin min ji nûde avakir."

(rc)