Li Erdîşê tiriyê despêkê yê 'Rezê Aştiyê'
09:08
JINHA
WAN - Rezê tirê yê ku Şaredariya Erdîşê bi navê "Rêza Aştiyê" ji bo jinê daye çêkirin tiryên wê çêbû. Endezyarê Şaredariya Erdîşê Okan Şahîn diyar kir ku li ser vê rêzê tirê keda welatiyan heye û dê bi her awayî xwedî li keda gel derkevin.
Şaredariya Erdîşê di meha Nîsanê de li ser biranina welatiyên Ermenî yên ku hatin qetîlkirin mêwên tirê danin. Rezê tirê yê bi navê "Rezê Aştiyê" tê zanîn emanetî jinên Erdîşê hatiye kirin û hemû berpirsiyariya wê jin dikin, niha rez gihiştiye û tîrî çêbûn. Xebatkarê Şaredariyê Adem Seven di derbarê xebatên rez de axîvî û got ku deh donîm erse ji bo vê yekê hatiye veqetandin û ev tişt got: "Me ji bo vê rezî deh donîm erd veqetand û tê de 6 hezar û 500 mêw çandin. Navçeya Erdîşê xwedî giringiyeke tayîbete. Her çi qas nû be jî niha mêwên tirî şîn bûn e. Ev dide xuyakirin ku erd ji bo vê yekê gelek baş e."
Adem da zanin ku dê di salên pêş de vê karê zêdetir bikin û karên xwe berdewam bikin.
'Keda welatiyan heye'
Endazyerê Şaredariya Erdîşê Okan Şahîn jî destnîşan kir ku di heremê de li ser van erdan keda welatiyan heye û dê heya dawiyê xwedî li keda welatiyan derkevin. Okan got ku ev erd di rastiya xwe de xwedî dewlemendekiye û bi destê jinê dewlemendtir jî dibe. Lewra ked û helwdana jinê ji bo me gelek giring e.
(ho-ga/zt)