Yildiz bi parastina rewa jiyana xwe xilas kir
09:31
Medya Cebe/JINHA
WAN - Jina bi navê Yildiz Alpdag ya 34 salî, hêj di 15 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve bi zorê hat zewîcandin û bi salan ji aliyê hevjinê xwe ve rastî tundiya giran hat. Yildiz parastina xwe ya rewa kir û jiyana xwe tundiya mêr xilas kir. Yildiz a ku niha bi zarokên xwe re bi şad û baxtiyar dijî diyar kir ku bila hemû jin bi parastina rewa jiyana xwe ji destê mêran rizgar bikin.
Jinên li bakûrê Kudistanê dijin li dîjî tundiya li ser jinê bi her awayî têkoşina xwe berdewam dikin. Yek jî jina ku li hember hişmendiya mêretiyê têdikoşe jî jina bi navê Yildiz Alpdag a 34 saliye. Yildiz hêj di 15 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve bi zorê bi Mehmet Saît Yildiz re tê zewîcandin. Piştî zewaca wan di demek kin de hevjinê Yildiz êrîşên fizîkî li ser wê dide meşandin û her roj lê dide. Hevjinê Yildiz piştî mehek di ser zewaca wan de derbas dibe dest bi kişandina tiryakê dike û êrîşên giran dide meşandin û jiyan li Yildizê teng dike.
'Ağır işkencelerden geçtim'
Yıldız anî ziman ku hevjinê wê dema dest bi kişandina tiryakê kir rastî tundiyê mêr hat û wiha got: "Hevjinê min her tim li min dixist û îşkençeyên giran li min dikir. Dema ku ez du canî bûm hevjinê min li min dixist. Ji ber lêda wî min du zarokên winda kir û bavekî bê bandor bû. Qet ne dixebitî û pere nedîanî malê. Pereyên ku zarokên min dianin jî ji bi lêdan ji wan distand û dida tiryakê. Gelek caran ez û zarokên xwe ji tirsan bi birçî radizan."
'Ez qet jibir nakim zarokên min ji birçiya digiriyan'
Yildiz diyar kir ku salên ewîl jiyana wan di nav xizaniyê de derbas bûye û wiha pê de çû: "Di mala min de ne êzing ne jî komîra ku ez zarokên xwe pê girm bikim tune bû. Di zeqema sar de min zarokên xwe dibin betaniyan de radizand û germ dikir. Hemû ciranên min li rewşa min matmayî diman digotin çima tu divê rewşê de yî? Lê tu kes ji ber nêzikatiya hevjinê min nikaribûn alikariya min bikirane. Dema ku dikiran jî hevjinê min dihat û êrîş dibir ser min û li ber çavên zarokan l imin dida. Zarokên min her tim birçî diman û ji birçiyan her tim digiriyan. Ev van rojan qet ji ber nakim."
'Her çiqas ez du canî bûm jî min ezyetê didît'
Yildiz berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ligel êrîş û tundiya ji destê hevjinê xwe didît hewî jî hat serî û wiha domand: "Pîştî ku hevjinê min carek din zewîcî û hewî anî ser min êrîş û lêdanên wî li ser min zêdetir bû. Di jiyanê de tu faydeya hevjinê min l imin û zarokên min çênebûye. Tenê carek ji ber ez du canî bûm ji ber neçariya xwe ez demek bi wan de mam. Diwê demê de jî her çi qas ez du canî bûm jî ezyetê didît."
'Dema ez ji malê veqetiyam min li hevjinê da'
Yildiz anî ziman ku malbata wê li hemberî hemû tundiyên li ser û îşkenceyên dît bêdan man û bi tu awayî alikariya wê nekirine. Ji ber vê yekê jî berê xwe da malên parastinê û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Dema ku ez li mala parastinê bûn keça min hat dînê û pişt re min dev ji hevjînê xwe berda û jê veqetiyam. Hevjinê min bi tu awayî alikariya min ne dikir û li me nedinêrt. Êdî min îdarê nekir. Min êrîşî hevjin û hewiya xwe kir û li wan da. Piştre bang li wesayitek kir û hemû amûrên xwe xistê û ez ji mal veqetiyam û min tu tiştên xwe ji wan de nehist."
'Ez li ser piyên xwe sekinim'
Yildiz diyar kir ku eger mêr tune be dê jin çêtir şad û bahtiyar e û wiha got: "Ez maaşê jinebîtiyê distinim û debara xwe pê dikim û car caran jî li cihên cuda dixebitim. Ez niha ne hewceyê tu kesî me. Zarokên min niha mezin in. Yek 14 ya dî 10 û ya biçûk jî 8 saliyê. Zarokên min jî ji ber êrîşan ji bavên xwe aciz in û jê qet hesnakin. Ez niha li ser piyên xwe disekin û şad û bahtiyar im."
'Bila jin destûrê nedin tundiyê bi parastina rêwa xwe biparêzin'
Yildiz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez qet ne poşmanim ku min li hevjinê xwe da. Bila hemû jin hêza xwe bidin nişandan û destûrê nedin bila mêr li wan bidin. Ma her tim em ê lêdan bixwin bila henek jî mêr bixwin. Ez bang li hemû jinan dikim bila parastina xwe ya rêwa bikin û xwe ji tundiyê bi parêzin."
(ho/zt)