Di têkoşîna jiyana jinan de çîroka Ferîde

09:08

Pîroz Zırıg / JINHA

DÎLOK - Ferîde Kilinçpinar (66) piştî ku hevjînê wê astengdar dibe, bêy ku alîkariyê maddî ji kes bigre, barê malbatê hildide ser milê xwe û dest bi têkoşîna xwe a jiyanê dike. Ferîde bi tenê serê xwe herî zêde em dikarin li ber dezgehê bibînin.

Çîrokê jinên ku di pençika dewlet, ked û sermayê de têkoşîna jiyanê didin hêvî dide jinên din. Jinên ku rastî hemû zehmetiyên jiyanê tên bi kedên xwe hewldidin jiyanê bihûnin. Ferîde Kilinçpinar a 66 salî berî 20 salan hevjînê wê astengdar dibe û ew bi tena serê xwe barê malbatê hildide ser milê xwe. Ferîde tevî 3'ê zarok û hevjînê xwe ê astengdar dijî. Ferîde ji bo alîkariyê serî li Saziyê Alîkariyê ên Civakî yê Şaredariya Mezin a Dîlokê dide lê bersivek erînî nastîne. Ferîde ji ber ku ewlekariya wê a civakî jî nîne ew alîkariyê maddî ji kesî daxwaz nake. Ferîde ji bo debara jiyanê xwe ber tezgeha şînahî û sebze difroşe. Ferîde ji ajansa mera qala jiyana xwe kir û wiha got: "Piştî hevjînê min felç bû, ji bo xwedîkirina zarok û hevjînê xwe min dest bi xebatê kir. Heya vê temenê xwe min alîkariyê maddî ji kes nestandiye, bi kedê xwe ez malbatê xwedî dikim. Ji ber karek din nînbû ez neçar mam li ber vê dezgehê bisekinim."

Ferîde bêy ku zivsitan û mercên zehmet nasbike, her sibê tezgehê xwe digre û diçe ber camiyê Geylanan Mûcahîtler ya Dûztepê.

(rc)