'Li hember kevneşopiyên civakê min têkoşîn da'
09:18
Zêrîn Kurtay/JINHA
KOBANÊ - Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqij kirin, vegera welatiyan zêde bûye. Jinên Kantona Kobanê ji bo ku aboriya jiyanê pêşwazî bikin derfetên jiyanê avadikin. Narîn Hamîle piştî vegera xwe qimaşê cilan difroşe û debara jiyana xwe dike. Narîn wiha dibêje, "Li hember astengî û kevneşopiyên civakî ez têkoşîna xwe berdewam dikim."
Piştî ku şervanên YPJ/YPG'ê bi berxwedana xwe a dîrokî çeteyên dagirker DAIŞ'ê ji Kantona Kobanê paqij kirin vegera welatiyên sivîl zêde dibe. Welatiyên ku ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn ji warê xwe koç bikin piştî vegeriyan dest bi avakirina jiyana nû kirin. Yek ji wan Narîn Hamîleye, ji bo ku aboriya xwe di nava şert û mercên zehmet de pêşwazî bike, qimaşê difroşe. Narîn wiha got: "Divê her jinek bi hêza xwe bawer be û pêdivî bi alîkariyê kes nemîne."
'Xerîbiya welat dest û lingê min girêdabû'
Narîn da zanîn ku ew sê salin qimaşê cilan difroşe û wiha got: "Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a ser bajarê Kobanê, em neçar man koçberî bakûrê Kurdistanê bibin. Nêzî 8 heyvin ez li ba xizmên xwe mam, lê xerîbiya welat dest û lingê min girêdabû. Ne rihetiyek hebû, ji ber vê em ditengijîn li wir. Piştî ku Kobanê hat rizgar kirin û derfetê jiyanê hat avakirin em vegerîn warên xwe."
'Jin xwedî hêze ji ber vê dikare her karî bike'
Narîn destnîşan kir ku jin ji ber xwedî hêze dikare hemû karan bike û wiha gotina xwe domkir: "Rewşa aborî a malbatê başe, lê ez dixwazim jiyana xwe bi xwe rêvebibim. Li hember astengî û kevneşopiyên civakî ez têkoşîna xwe berdewam dikim. Cîranan her dem digotin şerme tu bi serê xwe di nava bazarê de bimînê û kar bikî. Lê min van gotinan ji bo xwe nekir asteng. Min baweriya xwe bi xwe anî û xebata xwe da meşandin. Mafê jin heye ku jiyana xwe ji dervî mal jî bi rêve bibe. Sê zarokên min jî hene lê nabe asteng pêşiya karê min. Jin dikare gelek xebatan bi hevre rêvebibe. Ez du zarokên xwe dişînim dibistanê û yê biçûk jî li ba xwe tînim cihê xebatê."
'Ez bi hêza xwe bawer bûm'
Narîn bal kişand ser zîhniyeta ku dibêje jin ji bazirganiyê fêm nake û wiha got: "Li hember zîhniyeta ku jin bi çûk dibîne, min bawerî bi hêza xwe anî û dest bi xebatê kir. Jin eger hewl bidin dikarin bibin xwedî pîşe. Bi sekna xwe min nîşanî malbat û civakê da ku jin dikare bi hêza xwe jiyan avabike. Ez çawan ji xwe bawerim ji tevahî jinan bawerim ku dikarin vê pêngavê bavêjin û berpirsyariyê jiyanê hildim ser milê xwe."
(rc)