Li Cizîrê rêveberiya cewherî mudaxeleyî zewaca zarokan dike - TAYBET
11:05
JINHA
Ferda Yılmazoglu/JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê Zeynep Y., a ku ji ber li hemberî zewacê derketiye 6 mehan di malê de hatiye girtin û şideta fîzîkî dîtiye, ji aliyê hêzên parastina cewherî ve ji şeva zewacê hat xelaskirin.
Li Cizîrê ji aliyê endamên YDG-K yê ve jiyan ji nû ve tê avakirin. Endamên YDG-K diyar kirin ku ew li hemberî zewaca zarokên keç tekoşînê berdewam dikin û ji bo zarokên keç pêşeroja xwe biparêzin çî ji destê wan bê dê bikin.
Li Cizîrê bi îlana rêveberiya cewherî û Meclisa Gel jiyan ji nû ve tê honan. Ji bo zarokên keç li deriyek nû tê gerîn. Di rojên derbasbûyî de malbata Zeynep Y., a 17 salî xwestin bi zorê wê bidin zewicandin û heya kêmek mabû ji daweta wê re, rewş gihand Jinên Ciwanên Welatparêzên Demokratîk (YDG-K) ê. Jinên ciwan ên mudaxeleyî bûyerê kirin û şeva ku dê Zeynep hatibana zewicandin hatin mala wê û ew qurtar kirin. Zeynep li gel malbata xwe peyîvî dawet betal kir û da zanîn ku ji ber dest bi jiyanek nû kiriye ew şanaze. Zeynep destnîşan kir ku wê nexwest di temenek biçuk de bizewice û got: "Ez diwazim pêşeroja xwe bi awayek dinê avabikim."
'Li gel min ew hêzek mezine'
Zeynep ji bo ajansa me axivî. Zeynep bilêv kir ku wê dibistana seretayî heya pola pêncan xwendiye û paşê jî xwestiye bi kurdî berdewam bike, lê paşê neçuye dibistanê. Zeynep anî ziman ku ew li hemberî helwesta malbata xwe ya bi zorê zewicanidnê rabûye, lê pir nekariye tiştekê bike. Ji bo wê jî 6 mehan di malê de fikiriye, lê çareserî nedîtiye, paşê jî serî li Meclisa Gel û Jinên Ciwan daye. Tiştên ku Zeynep jiyan kiriye wiha anî ziman: "Ez çum gel hêzên parastinê û min rewş vegot. Şeva dawetê hat, li gel malbata min pirsa 'tu dixwazê bizewicê' kirin. Min jî bersiva 'na' da. Paşê dawet betal kirin. Paşê hatin li gel malbata min peyîvîn ji bo min gotin 'Em biçin' û ez li gel wan ji nava taxê derketim. Wan jiyana min rizgar kirin. Ez di vî temenê xwe yê biçuk de naxazim têkevim nava cîhanek wiha. Ez dixwazim azad bibim û bibim xwe bi xwe. Bi saya Meclisa Gel û jinên YDG-K yê ez ji zewaca di temenê biçuk rizgarbûm. Ez dixwazim ji niha û şon de bi xwe li gorî daxwazên xwe şêwe bidim jiyana xwe. Ji bo min dibêjin; 'Tu dixwazê rêyek çawan xêzibikê ji bo jiyana xwe xêzke em li gel tene.' Ev ji bo min hêzek mezine."
'Ji niha de jiyana gelek jinan hatiye guhertin'
Zeynep derbirî ku gelek hevalên wê yên zarok hatine zewicandin, jin şidetê dibînin, ji bo wê jî jin dikarin serî li hêzên parastinê bidin û bi rehetî wan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Zeynep da zanîn ku hêzên parastinê nêrîna jinan bingeh digirin û ji bo jinan hêzeke, ji ber wê jî ji niha de jiyana gelek jinan hatiye guhertin.
'Ji ber ku Zeynep li hemberî wan derket 6 mehan hepis kirin'
Endama Hêza Parastina Jinan YDG-K'ê Delila diyar kir ku Zeynep 6 mehan hewilda rizgar bibe, lê ji ber xemsariya derdorê nedikarî bigihe armanca xwe û wiha domand: "Bi mehan zeyen digot: 'Ez zewacê naxwazim' diqêriya, lê kesê guh nedidayê û ne dixwest guh biditê. Piştî ku ji bo me got em nû ketin nava hewildanê. Şeva dawetê weke ku kefen lê kiribin bi wî awayî bê dilê wê gelinlik lê kiribûn. Di heman demê de rastî şideta fîzîkî jî hatibû. Li gel wê hemû zoriyê jî ji ber hîna malbata xwe difikirî dengê xwe dernedixist. Dema ku em axivî gotina ji bo me gotî wiha bû; 'Ez zewacê naxazim.' Paşê em hînbûn ku 6 mehan di malê de rastî şideta birayê xwe ya fîzîkî hatiye. Em jî li gel malbatê axivîn û me hevala xwe girt bir Meclisa Jinan."
'Bila malbat dest ji mudaxeleya jiyana zarokên xwe berdin'
Di dawiyê de Delila bang li malbatan kir û got: "Bê daxwaz hun nikarin ti jinan bizewicînin. Hele zewaca zarokên keç divê qet nebe mijara gotinê jî. Mudaxeleya van rewşan kirin û li gel wan cîh girtin peyîwira meye. Ji bo wê jî xebat çawan bê xwestin emê bi hev re bikin."
'Dewlet û mêr ser jinan polîtîkayên qirêj didin meşandin'
Girêdayî mijarê em bi Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel re peyîvîn. Asya destnîşan kir ku rêveberiya cewherî tenê ne parastina rewaye, bi her awayî çareseriya pirsgirêkên civakiye. Asya bilêv kir ku tayîbetî jî di nava civaka bi hişmendiya mêran tevdigere pirsgirêkên jinan ji meclisê re tên vegotin, li gora wê ew li gel jinan cîh digirin û li gorî nêrîna jinan tev digerin. Asya anî ziman ku di nava serlêdanên tên meclisê de herî zêde mijarên weke zewaca zarokan, pir zewacî û şideta ser jinan heye û wiha berdewam kir: "Hem dewlet û hem jî mêr ser jinan polîtîkayek qirêj didin meşandin."
'Çareseriyên ne parastina malbatê parastina jinê bikin pêşxistin giringe'
Asya wiha dom kir: "Gelek pirsgirêkên jinan tên meclisê. Li vêderê ne parastina malbatê em bi tevahî çareseriyê di aliyê parastina jinê de pêşdixin. Em weke ku ev malbat başe nas û dostê min ne, herî zêde çareseriyên bingehîn difikirin. Ji ber dizewicînin paşê dibin pirsgirêk û ew pirsgirêk li me vedigerin."
Asya destnîşan kir ku di mehê de 70-80 bûyer tên ber destê wan û ew ji bo hemûyan hewildidin çareseriyê avabikin. Asya anî ziman ku ji bo serlêdanan heya wan siteyek a înternetê jî vekiriye û wiha pêde çu: "YDG-K û YDG-H weke ku karên nebaş dikin bi zanebûn hewildidin îmajên wiha ji bo wan çêkin. Ev ji derveyî propagandaya dewletê tiştek dinê nîne. Em bi vê sazumaniyê re pirsgirêkên gel çareser dikin. Em li gel parastina cewherî şêwe didin şiyana civakî û bi vî awayî bi hev re dixebitin."
(zt)