'Tenê Kurd xwedî li hev derdikevin'

09:04

Zêrîn Kurtay/JINHA

KOBANÊ - Piştî êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kantona Kobanê gelek welatî neçar man ji bajêr koçî Tirkiyê, başûrê Kurdistan û bajarên cuda cuda bikin. Zelîxa Mihemed tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe dibêje, "Eger mirinek hebe bila li ser axê welatê min be."

Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kantona Kobanê, bi hezaran jin û zarok bûn maxdûrê jiyana koçberiyê. Li ser berxwedana bê hempa a şervanên YPJ/YPG'ê Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqij kirin, vegera welatiyên Kobanê her roj zêde dibe. Dayîk Zelîxa Mihemed a 75 salî qala şert û mercên koçberiyê ên zehmet û mêvanperweriya gelê Kurd kir.

Zelîxa hevjînê wê di demên borî de jiyana xwe ji dest daye û zarokê wê nîne lê cardin bi têkoşîna jiyana xwe didomîne. Zelîxa diyar kir ku piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ew neçar mane derbasî Kurdistana Bakûr bibin û wiha got: "Piştî me sînor derbas kir, em ji Mala Gel a Bajarê Amedê ve hatin pêşwazî kirin. Gelê Amedê bi çanda xwe a mêvanperwerî xwedî li me derketin. Gelê Kobanê ên ku rastî komkujiyê hatin, tenê gelê Kurd ên bakûrê Kurdistanê xwedî derketin. Cara yekem bû mîn Amed dîtîbû. Ji ber di demên zehmet de xwedî li me derketin ez wan gelek spas dikim."

'Naxwazim dûrî welatê xwe bimînim'

Zelîxa anî ziman ku Kobanê piştî şer û pêvçûn gelek hatiye guhertin û wiha pêde çû: "Serê min li vir gelek rihete û ez pir kêyfxweşim ku carek din vegeriyam werê xwe. Ji ber ez li vir dayîkbûm mezinbûm, hemû jiyana min li vir borî. Her çiqas Kurd xwedî li me derketibin jî tu cih ji warê mirov baştir nîne. Nexweşim û temenê min jî êdî mezin bûye. Lê nikarim dervî vir bijîm, divê her kes xwedî li warê xwe derê."

(rc)