Li Kobanê bi pêşengiya jinan jiyan tê rêvebirin

09:11

Rabia Êto/JINHA

KOBANÊ - Sê jinên Kobanê bi armanca pêdiviyên jiyana xwe pêşwazî bikin dikan vekirin. Jinên Kobanê bang li tevahî jinan kirin ku ji hêzên xwe bawerbin û wiha gotin: "Her jinek dikare berpirsyariya jiyanê hilde ser milê xwe û rêvebibe.

Jinên Kobanê bi pêşengiya xwe û berxwedaniyê xwe bûn çavkaniya bi mînak ji tevahî cîhanê re. Ligel şert û mercên zehmet ên jiyanê jin hewl didin derfetê jiyanê hêsan bikin û bi rengê xwe rêvebibin. Li Kantona Kobanê sê jin bi keda xwe pêdiviyên xwe pêşwazî dikin. Hersê jin li bazarê Kobanê dikan vekirine û debara xwe dikin. Jinan diyar kirin ku armanca wan ji xebatê guhertina zîhniyeta civakê û berpirsyariya malbatê hildane ser milê xwe ye.

'Jin xwedî hêza rêvebirin û afrandinê ye'

Jina bi navê Rodya Ferhan Îbrahîm a ku qofertiyê dike diyar kir ku ew ji bo jiyanek hevpar dixebite û wiha got: "Ji bo jiyanek wekhev ez dixebitim. Bi xebatê re ez berpirsyariyê malê hildidim ser milê xwe û zarokên xwe xwedî dikim. Jin xwedî hêzê rêvebirin û afrandinê ye, ji ber vê yekê dikare pêşengiya jiyanê bike. Her jinek dikare berpirsyariya jiyanê hilde ser milê xwe û rêve bibe, ji ber di xwezayê jin de ev yek heye."

'Bi şoreşa Rojava re azadiya jinê hat îlankirin'

Sebah Xelîl jî wiha got: "Ev du mehin min dikan vekiriye. Armanc ji vekirina dikanê, bawerî bi xwe anîn û xwe pêşxistine. Ez bi vî aweyî li xwe û malbatê dinêrim. Ji ber kevneşopiyên civakê jin ji gelek qadan dihat dûrixtin û di nava çar dîwaran de dihatin hepskirin. Bi şoreşa Rojava re azadiya jinê hat îlankirin. Bawerî û hêviyê min ji tevahî jinan heye ku dikarin jiyan li dora xwe xweş bikin."

'Ji bo jiyanek hevpar xebat dikim'

Diyene Ebdulrehmen jî diyar kir ku ew li hember jiyana koçbertî a zehmet biryar daye ku dikan veke û wiha got: "Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê em neçar man koçî Tirkiyê bikin. Lê ji ber zehmetiya jiyana koçbertiyê min biryar da ez vegerim warê xwe dikanek bi vî aweyî vekim. Dema ku encama serkeftina xwe dibînim gelek kêfxweş dibim."

(rc)