Li hember hemû tundiyan Reşiyê jiyana komînal duhûne
11:08
Fîlîz Zeyrek/JINHA
ÊLİH - Gundê Reşiyê a ku bi jiyana xwe a komînal û dîrokî tê naskirin di salên 1990'an de bi hinceta şer û di roja îro de jî bi hinceta bendavan dixwazin vala bikin. Niştecihên gundê Reşiyê a girêday Heskîfê ku xwedî 400 gelheye ji axê venaqetin û di jiyana kolektîf de bi îsrarin. Jinan diyar kirin ku li gund parvekirinên wan komînale û wiha gotin: "Em wiha hînbûn û wiha dijîn. Jiyana me wisan bêhtir hêsan dibe."
Li gundê Reşiyê ya li kêleka Çema Dicleyê a navçeya Heskîfa Êlihê hemû parvekirinên jiyanî li ser bingeha komînê tê kirin. Ji roja ku gund avabûye her dem parvekirina hilberîn û kedê esas girtine û bi çand û nasnameyên xwe ve girêdayî mane. Ji ber vê jî di dîrokê de her dem bûye hedefa dewletê. Di salên 1990'an de bi hinceta şer û pêvçûnan dixwastin welatî ji gund vala bikin. Lê belê berxwedana gel berdewam kir û dev ji gundê xwe bernedan. Herî dawî piştî salê 2000'an bi hinceta Bendava Ilisu xwestin gund vala bikin lê berxwedaniya gel a kolektîf pêşî li vê yekê girt. Gundê ku bi berxwedaniya xwe a li hember polîtîkayên tundî, bişavtin û koçberkirinê tê nasîn, jiyana komînal bi destê jinê tê hûnandin.
'Em wiha hînbûn'
Jinên gund ên ku bi hevre ji rezan tirî berhev dikin û bastîk, dims û benî ji bo zivistanê amede dikin wiha gotin: "Em wiha hînbûn û wiha dijîn. Jiyana me wiha bêhtir hêsan dibe." Bahar Tuncer a 37 salî diyar kir ku ew jiyanek xwezayî dijîn û wiha got: "Ez li gund hatim dinê, mezinbûm û li vir jî zewicîm. Ji roja ku ez heme heya niha di nava gunde em her dem alîkariyê hev dikin. Em wek malbetekin. Tu cudahî em naxin navbera hev, pirsgirêkê kesekî me hemûyan eleqedar dike." Bahar da zanîn ku ew ji rojek pêşde plansaziyê xebatê diyar dikin û wiha domkir: "Rojek pêşde em plansaziyê xebatê datînin, piştre em alîkariyê hev dikin. Bi vî aweyî xebatê me jî zû diqede û em dema xwe ji bo xebatên din vediqetînin. Niha em hatine alîkarî bidin xaltîka xwe, karê ku di rojek de tê kirin em di çend saetan de dikin." Bahar bi lêvkir ku dewletê ji salê 1990'an de her dem tundî li wan kirine û ew bi helwestek hevpar êrîş vala derxistine.
'Şer û koçberî bi qasî ku bandorê li jiyanê dike axê jî tune dike'
Emîne Toy a 45 salî destnîşan kir ku ji ber tundiya dewletê gelek kes ji gund koçber bûne û ji ber vê hilberîn kêm bûye. Emîne diyar kir ku li beramberî hemû êrîşan gelek welatiyên gund dev ji warê xwe bernedane û demên berê wiha bi bîr xist: "Berê di sîtilê mezin de me dimsê xwe çêdikir difrot û debara xwe dikir. Niha tenê têra xwe em çêdikin. Sedema vê yekê jî koçberiye. Ji ber ên ku koçber dibin erdê wan bê xwedî dimînin. Berê gundê me bi dewlemendiya xwe a xwezayî dihat naskirin. Lê ji ber guhertina hewayê û erd bê xwedî hêştin gelek ziyan çêbûn. Şer û koçberî bi qasî ku bandorê li jiyanê dike axê jî tune dike."
Emîne di dawî de got ku ew naxwaze ji gund veqete û wiha pêde çû: "Em hînê jiyana gund bûne, zarokên me jî wiha ne. Li gund her cure sebze û fêkî hene, zarokên me dikarin xwe li ser van erdan xwedî bikin. Çawan ku me berê gundê xwe terk nekir em ê niha jî bernedin. Tenê dexwaziya me pêk hatina jiyanek bi aram û aştiye ji bo her kes."
(rc)