Çîkolatayê Amedê ji jinan bipirsin
10:42
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Li Amedê xebatkarê Karxaneya Melpa a çîkolatayê tevahî jinin.
Li Herêma Organizeya Sanayî a Amedê karxaneya Melpa ya çîkolata jin rêvedibe. Jin bi temamî beşa hilberînê xistiye destê xwe û di karxaneyê de ji sedî 90'î jin dixebite. Karkerên jin ji ber xebata terwende xelat standine. Jinên ku di demên borî de ne xebitîne ji ber tevlî hilberînê bûne gelek kêfxweşin.
Ji karmenda karxanê Bêrîvan Duran diyar kir ku jin ji mêr çalaktire û sûdê xebatê jinan bi hevre vegot.Bêrîvan got: "Bi jinan re xebat hem rihetiyek avadike û hem jî bi kêfe. Bi mêran xebat ne pirsgirêke lê belê qadên xweser hîn xweştire. Jin bêhtir hev fêmdikin û têkiliyê wan bi hêztir dibe."
Meryem Yildiz jî diyar kir ku ew nû dest bi xebatê kiriye û ji ber ku sûdê ji xebatê digre gelek kêfxweşe. Meryem wiha got: "Di hilberînê de em hîn bi terwendenin ji ber vê me serkeftina xebatê xistiye destê xwe. Em êdî weke malbatekin. Em sibê tên û bi hevre dest bi xebatê dikin, di nava rojê de hevparkirinê me çêdibe. Em demên xweş bi hevre derbas dikin."
Sultan Biçar jî anî ziman ku ew nû hînbûye çîkolatayê çêbike û ji xebatê xwe hezdike. Sultan da zanîn ku jin hîn bêhtir piştgiriya hev dikin û wiha domkir: "Em gelek rihet dixebitin, dema ku mêr hebin em ewqas rihet nînin û parvekirinên me cûda dibe. Dema ku em navberê didin jî demên xweş derbas dikin. Ji ber jin li her qadê jiyanê xwedî kede, di beşa hilberînê de jî jin serkeftinên mezin bi dest dixe."
(rc)