Ji ên ku dibêjin 'jin tena xwe maye' bersiva herî baş li ba Eklîma ye

09:37

Medya Cebe/JINHA

WAN - Eklîma Abî a ku tevî 6 keçên xwe têkoşîn li hember zîhniyeta mêr dide, li hember gotina 'Jin tena xwe maye' wiha bersiv da, "Jiyana me a niha bi hêza jin tê rêvebirin, jiyanek azad û bi rûmete."

Li hember zîhniyeta mêr têkoşîna jin berdewam dike. Aklîma Abî li wanê bi têkoşîna xwe bûye mînak. Aklîma li dijî zordarî û çewsandina tevî 6 keçên xwe têkoşîna jiyanê berdewam dike. Eklîma a ku berî 10 salan keça wê tevlî refên PKK'ê bûye, kurek wê leşker û hevjîna wê jî li girtîgehê ye, li hember kevneşopiyê civak û xizmên xwe çawan têkoşîn daye vedibêje.

'Xanî û erdê me şewitandin'

Eklîma anî ziman ku bi salane polîs bi ser malê wan de digre û her dem rastî tundî û şîdetê hatine. Eklima wiha behsa bîranînek ku di demê derbasbûyî de hatiye serê kurê wê kir: "Tu car ji bîra min naçe, kurê min ji dibistanê hatibû, polîs û leşker bi ser malê mede girtin. Leşker û polîsan kurê min di nava kolanê de bi lêdanê êş pê dane kêşandin. Xanî û erdê me şewitandin. Îşkenc li malbatên me kirin. Cardin min dev ji têkoşîna xwe berneda, bi welatparêziya xwe bum şopdarê mafê xwe heya roja îro."

'Ez bi keça xwe serbilindim''

Eklîma ji bo keça xwe Vahîde a ku tevî nava refê PKK'ê bûye got ku serê wê pê bilinde û wiha domkir: "Keça min berî 10 salan tevlî refên gerîla bû û têkoşîna azadiyê dide. Li Şengal, Kobanê, Colemêrg û Şemzînanê berpirsyarî hilda ser milê xwe. Di gelek pêvçûnan de bi serkeftî derket. Xwedê mala dijmin hilweşînê. Tû car ji çûyîna keça xwe min şerim nekir, bi çûyîna wê serbilindim. Ev serbilindî bi destê her kesî nakeve. Keça min were girtin ango jiyana xwe ji dest bide ez ê tu carî pîşman nebim."

'Dixwazin xweşk û bira hev bikûjin'

Eklîma da zanîn ku ji ber pere tunebû kurê wê neçar maye biçe leşkeriyê û got kurê wê niha li çiyayê Kurdistanê leşkeriyê dike û wiha pêde çû: "Dizanin ku em malbatek welatparêzin û keçê me li çiya têkoşîn dide. Ji bo ku xweşk û bira hev bikûjin kurê min şandin çiyayê Kurdistanê. Em çi bikin ji ber em Kurdin bi salane tiştê ku me ji dewletê ne dîtî nema. Keça min 10 salin li çiyê û kurê min saleke çûye leşkeriyê."

'Em ê tu caran gav paşve neavêjin'

Eklîma diyar kir ku hevjînê wê berî were girtin li Şaredariya Mezin a Wanê dixebitî û got piştî hat binçavkirin ew birin girtîgehê. Eklîma destnîşan kir ku ew tu cara ji têkoşîna azadiya Kurd pîşman nebûye û wiha got: "Eger hevjînê min 30 sal di girtîgehê de bimîne dîsan pîşman nabim. Dewlet bi van şêweyan dixwaze me bide tirsandin. Çi dikin bila bikin ne ez ne jî malbata me em ê ji kiryarên wan netirsin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'Em ne mûhtacê tu kesî ne'

Eklîma bi lêvkir ku piştî hevjînê wê ket girtîgehê hewirdor û xizmên wê ew bi tenê hêlane. Eklîma anî ziman ku hêza jin heye ji mêr bêhtir berpirsyariyê hilde ser milê xwe û wiha berdewam kir: "Jiyana me a niha bi hêza jin tê rêvebirin, jiyanek azad û bi rûmete. Keça min piştî bavê xwe dest bi xebatê kir. Hem diçe dibistanê hem jî dixebite. Pêwîstî bi alîkariyê kes nîne em bi hêza jin li ser piyane û em ne mûhtacê kesî ne. Keça min mehê tenê 500 distîne, xwendevan, leşker û girtîgeh heye. Bê guman ev pere têra min nake. Ez zarokê xwe bê pere dişînim dibistanê. Lê ez xwe muhtacê kesî nakim, eger pêwîst be ez ê jî bixebitim ji bo malbatê."

'Ez amede me berdêl bidim lê bila êdî ev şer raweste'

Eklîma di dawiyê de destnîşan kir ku şerê li hember gelê Kurd a ku despêkiriye divê bi dawî bibe û wiha got: "Ez amede me berdêl bidim. Ev 500 lîrayê ku dikeve berîka min jî bila nebe lê bila dawî li vî şerî were êdî."

(rc)