Çanda xwedawend di tûrikê Hatîce de veşartiye
09:04
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Hatîce Yildirim a ku bi salaye li çiyayê Pîranê 18 cure gihayê cûr bi cûr berev dike, debara xwe bi firotana gîhayan dike. Hatîce got: "Li hemberî her tiştî dixwazin bidim nişandan ku jin vê çandê bi rê ve dibin."
Hatîce Yildirim a 47 salî li naveyça Pîran a Amedê dîjî. Hatîce saetên sere sibê derdikeve çiyayê Pîranê gihayan berev dike li malê ziwa dike. Hatîce gihayên cûr bi cûr tevî hev dike difroşe û çanda xwedawend bi rê ve dibe. Hatîce gihayê berev dike û dibe li ber tirba Hz.Silêman difroşe.
'Gîhayên cûr bi cûr berev dikim'
Hatîce anî ziman ku meha havînê her şev berdestê sibê radibe li çiyayê Pîranê gîhayên weke pûng, tolik, çopa, tewî û çopa hêştır kizwan hwd. cûr bi cûr berev dike û wiha got: "Ez bi gîhayê berev dikim debara xwe dikim, ji xeynî gîhayan li malê îsot, dims, rihan, pelê mêwan û ava firingiya dibim difroşim."
'Min xwest ji jinan re bibim mînak'
Hatîce diyar kir ku tevî du zarokên xwe li Pîranê dijî û wiha got: "Hevjînê min çû ser dilovaniya xwe. Ez û du zarokên xwe bi tenê man û ji bo debara xwe bikim gîha difroşim. Lê belê hemberî her tiştî min xwest bidim ber çav ku jin dikare li ser piyê xwe bisekne. Ev çandekî xwedawene, ji ber gelek giha ji bo tenduristiyê gelek başe. Karê dikim gelek zehmete. Her rojê di nav 10 an jî 20 TL yî pere qezenç dikim. Ew jî haqê rêya min bizor derdixe, lê belê çi ji destê min were ez dikim û ez ê bikim."
Hatîce diyar kir ku her gihayek feydeyeka wê heye û wiha domand: "Pûng, dema ziwa bejî hê şîn be jî dema were kelandin û vexwarin ji nexweşînê jinara pir başe. Tolik, ji nexweşîna zik re gelek başe. Botav, ji bo nexweşîna gurçik re başe. Çopa hêştir ji nexweşîna rovî ya re başe. Kizwan, ji bo iltihabê başe û kahwa vê tê çêkirin. Gûrnîk, ji bo nexweşîna pişa reş başe."
(ha/zt)