Bi hunera xwe reng dide kolanên Edeneyê

09:04

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Hidayet Aydin a 58 salî bi hunera xwe rend dide kolanên Edeneyê. Hidayet dahata xwe ya aboriyê bi keda destê xwe bi taqiyan dike. Hidayet diyar kir ku dema jin bixwaze xwediyê hêzek wihaye ku dikare her karî bike.

Yek ji jinên Edeneyê yên bi hunerê re mijul dibin û bi hunera xwe bedewiyê didin kolanên Edeneyê Hidayet Aydina 58 saliye. Hidayet 7 salin bi keda destê xwe taqiyan çêdike û bi firotina wan debara jiyana xwe dike. Hidayet a dayîka zarokekê ye li kolana çand û hunerê ya Edeneyê taqiyên bi destê xwe çêkirî difiroşe û bi wê dahatê aboriya xwe dabîn dike. Hidayet wiha axivî: "Dema ku jin bixwazin tiştek nikarin bikin nîne. Ez her roj têm vêderê û dezgeha xwe vedikim. Ez hem modelên nû hîn bûme çêdikim û hem jî yên min çêkirine difiroşin. Bitayîbetî jî ez ji jinan bertekên erênî digirim û ev jî min şanaz dike."

'Ger jin bixwaze…'

Hidayet bilêv kir ku ew li aliyekê aboriya xwe dabîn dike, li aliyê dinê jî hunera xwe pêşdixe û wiha domand: "Derfetên ku şaredariyê ji bo me pêşkêş kirî weke jinek gelek bi kêrî karê min tê. Ez bi vî awayî karê dest çêdikim û aboriya xwe dabîn dikim. Ez pêdiviyên neviyên xwe yên dibistanê bi hunera xwe dabîn dikim. Ev hestek xweşike, pêdiviya mirov bi kesekê nebe tiştek gelek biromete. Dema ku jin bixwaze tiştek nikare bike nîne, tenê bixwaze. Ez her roj bi giştî 8 saetan dixebitim. Ez serê sibê têm dezgeha xwe vedikim, hem tiştên heyî difiroşim û hem jî li ber firotinê re tiştên nû hîn bûme jî çêkirina wan berdewam dikim."

'Hevgirtina hevbeş a jinan'

Hidayet di nava civakê de zoriyên jin dibînin jî wiha anî ziman: "Derfetên me yên jiyanê gelek zorin em li aliyekê neçarin bixebitin, li aliyê dinê jî berpirsiyariya malê digirin. Piştî ku ez dezgeha xwe digirim diçim malê û bi karê malê ve mijul dibim. Hemû cîranên min jî dezgehdariyê dikin, ev rewş min gelek şanaz dike. Em gelek bi hev dikin û bi alîkariya hev dixebitin. Dema ku tiştek li gel me nebe hema em ji dezgahên derdorê digirin didin bikirina, bi vî awayî em bi hevgirtina jinan kar dikin. Divê jin bizanin li ser lingê xwe bisekinin û hunera xwe pêşkêş bikin. Em malzemeyên xwe bi komî digirin, bi vî rengî hîn baştir ekonomîk dibe. Eleqeya muşteriyên me gelek germe û gelek baş nêz dibin. Ew jî ji fiyetê me razîne."

(zt)