Li Kurdistanê karê reza berdewam dike

12:28

Bêrîtan Canozer-Şehrîban Aslan/ JINHA

AMED - Jin her sal li çiyayê 'Kirklar Dagi' a girêdayê Amedê diçin reza. Li rezan 10 roj dimînin û tiriyê tên berhevkirin dikin bastîk, dims û benî çêdikin. Jinên ser rez gotin: "Dema berê de li gund bûn li ber soba êzinga dayîkên me çîrok digotin û benî didan me. Em dixwazin zarokên me jî mina me mezin bibin."

Li gelek bajarê Kurdistanê berhevkirina reza berdewam dike, malbatên li Amedê dijîn bi pêşangiya jinan li çiyayê 'Kirklar Dagi' diçin ser reza. Li ser reza pêşî tirî tê berhevkirin, piştre mêr tiriya di perçikînin av a tiriya derdixin û jin di sîtila de dikelînin. Jin bi coşek mezin bi stran gotin li aliyekî dims çêdikin li aliyê din jî benî.

'Meha çile de bûye jêveneger'

Fahriye Mehmetoglû anî ziman ku tiriyê ku tê berhevkirin li çiyê di sîtila de dikelînin û wiha dom kir; "Keda me ji dîroka paşerojame tê. 62 salî me lê belê bi coşek mezîn wî karî dikim. Tirî bi piyê xwe di pêlçikînim û bi saeta şîrê di sîtilade dikelînim, qet li ber çavên min nayê. Çekirina dims û benî li gund gelek xweşbû lê belê me koçî bajêr kir, çanda me jî bermirinê ye. Hatina ser reza di be ku zûtirbûna lê belê ji sedema pevajoyê derengî ket. Dims û benî tenê ne ji bo xwe çêdikin ji bo xizmên xwe jî em çêdikin. Meha çile de li ber soba êzinga tevî zarokên xwe dixon û dema ku diqede zarok pir xemgîn dibin. Zarok ji benî gelek hez dikin."

'Ked û sebrê dixwaze'

Ebrû Mehmetoglu jî wiha qala çêkirina benî kir: "Çêkirina benî gelek ked û sebrê dixwaze. Piştî ku em tirî diçînin bi piyan di pelçikînin. Piştre ava tirî di sîtilada du saeta dikelînin. Piştre arvan li nav dixin û ji bo bine sîtila neşewte tim li hev dixin. Dema ku şîre keliya bi germî ser pot dirjînin û potika datînin ber tavê ji bo ziwa bibin. Benî jî pêşî gûzan dişkînin û yeko yeko bi ta ve dikin. Paşî ristê gûza di nava şîrede dikin û datînin ber tavê ji bo ziwa bibe."

'Ked hemû a jinan e'

Ebrû diyar kir ku tenê mêr di pelçiqandina tirî de alikarî dikin û wiha got: "Gelek karekî zehmete lê belê keda em didine zahmetî li ber çavên me nayê. Rêber Abdûllah Ocelan her tim dibêje çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe dûr nekevin. Ev jî çanda meye, dibe ku em çanda xwe bidin jiyandin. Me ji gundê me koçber kirin. Dema ez zarokbûn hêjî bîra mindaye ku dayîka min li ber soba êzinga çîrokên Kurda ji me re digot û benî ya didame ji bo em bixon. Bila zarokên me jî weka me mezin bibin."

(ha/rc)