Li Sêrtê dema şikandina gûza
09:19
Nûrcan Yalçin - Asya Tekîn / JINHA
SÊRT- Li Sêrtê ji ber ku qadên îstîhdama ji bo jinan tuneye, jinên Sêrtî li malên xwe beramberî 4 TL ya gûzan dişkînin.
Jin bi hezaran sal di bin pergala mêr ê deshilatdar de jiyan kiriye. Jin ji bo li ser piyê xwe biseknin alternatîfan diğerin. Jinên Sêrtî ji bo bejna xwe li ber pergalê netewînin li mal gûza dişkînin. Li Sêrtê ji sedî 80'ê jin karê gûz şikandinê dikin. Jin haydarin ku keda didin bersiv nabîne, lê belê ji bo hewceyê mêr nebin li mal gûza dişkînin.
'Ji bo mesrefê dibistana zarokan derxim wî karî dikim'
Jina Sêrtî Felek Ozbey a xwediyê 5 zarokane anî ziman ku debara xwe bi şikandina gûzan dikin û wiha got: "Ji bo mesrefa dibistana zarokan derxin li malê gûza dişkînin. Her torbe yê de 25 kîlo gûz hene. Em hakê ked a xwe nastînin. Lê belê pir fêyda qaçilên gûza heye, meha çile de ji ber qaçilên gûza zû vêdikevin tendûr zû vêdikeve û nan dipêjin. Em beramberî 4 TL yê gûzan dişkînin. Zêdetir karê gûz şikandinê jin dikin. ji ber ku jin naxwazin muhtacî mêr bibin."
'Zarokên min jî hene, diçin dibistanê ji bo pedîviyên zarokên xwe gûzan dişkînim'
Felek diyar kir ku wî karî bi keyfxweşî dikin û wiha got: "Ji bo min gelek zehmete hemkarê malê dikim, hem zarokan xwedî dikim û hem jî gûza dişkînim. Em naxwazin di bin pergala mêr de bijîn û ji bo muhtacî mêr nebin em vî karî dikin. 5 zarokên min hene. Ji 5 zarokên min 4 hep diçin dibistanê ji bo pêdiviyên zarokên xwe û ji bo muxtacî hevjînê xwe nebim ez wî karî bi keyfxeşî dikim.
Ayşe Ozbey a 54 salî jî anî ziman ku ji ber li Sêrtê karxana gûza heye her sal bi tona gûz tên û wiha got: "Dibêjin gûz jî Îranê tên. Bi tira tînin taxan û zêdetir malbatên xizan karê gûz şikandinê dikin. Beramberî 4 TL ya gûzan dişkînin û qaçilên wan ji mer dimînin. Jin ji ber ku pêdiviyên wan hene karê gûz şikandinê dikin."
(ha/rc)