Gelê Surê xaniyên hilweşî nûde avadikin û parastina xwe bi hêz dikin
09:36
Bêrîtan Elyakut-Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Piştî îlankirina rêveberiya xweser polîsan êrîş bir ser gelê Surê. Gel li hember êrîşan li berxwe da û niha jî bi kedê kolektîf xaniyên ku ji ber pêvçûnan hilweşiya ye nûde avadikin. Welatiyên ku rastî êrîşê polîsan hatine dibêjin, "Hewldidin me ji vir bidin koç kirin. Em ê ji vir neçin. Eger camê me nîn be jî em ê bi naylonê camê çêkin û zivistana xwe biborînin. Kes nikare me ji warên me bide koç kirin."
Welatiyên navçeya Surê a Amedê piştî ku rêveberiya xweser îlankirin, di mehê cotmehê de 4 car rastî qedexeya derketina kolanan hatin. Welatiyên ku parastina xwe ya cewherî pêk tanîn rastî êrîşên dijwar ên polîs û tîmên taybet hatin. Li ser pevçûnên dijwar ên ku rû dane gel tevî rêveberiya herêmê dest bi xebatek kolektîf a nûde avakirina xaniyên hilweşî kir. Lê polîsên ku taxê bi gotinên wek "Vala vala çênekin, em destûrê nadin, ji kesên vir dijîn re hişyariya me a dawiye, vir derhal terk bikin" tacîz dikin.
Lê welatî bêy ku wan tehdîdan cidî bigrin dest bi xebata înşa kirinê kirin û xebatê parastina cewherî berdewam dikin. Hêjayê gotinê ye ku bi ketina taxê re ji ber leystûkên ku zarok dileyzin mirov dibîne ka çiqas bandora şer li ser wan kiriye. Her zarokek ji bo ku buyerên li Surê hatî jiyandin vebêje bi hevre ketine pêşbirkê.
'Em ê Surê ji tîmên Esedullah re nehêlin'
Jinek ji taxê Hasirliyê wiha got: "Dîmenên me bikêşin bila tevahî cîhan bibîne. Zivistan hat destûrê nadin em camê xwe jî çêkin. Dibêjin eger hûn çêkin em ê malê we gulebaran bikin. Bila ji vê hovîtiyê re bê deng nemînin. Em ê ji vir neçin. Eger camê me nîn be jî em ê bi naylonê camê çêkin û zivistana xwe biborînin. Em li virin û naçin cihek din. kes nikare me ji warên me bide koç kirin."
Jinek din a ku li kolanên taxê jî wiha got: "Hovîtî li ser me didin meşandin. Xaniyên me şewitandin têra nekir vê carê zarokên me binçav dikin û qetil dikin. Niha jî dibêjin 'vir terk bikin eger hûn terk nekin em ê Surê veguherînin cehnemê'. Ji vê cehnemê wêdetir çi ma. Her derî şewitandin û ciwanan qetil kirin. Em ji wan natirsin. Em ê Surê ji tîmên Esedullah re nehêlin. Eger em vir terk bikin dê komkujiyên mezintir bê jiyandin. Divê kes malên xwe terk neke."
'Îşkenceyê ku li zarokên me kirine dê çawan ji bîra me biçe'
Bîrgûl Kinaş a 38 salî anî ziman ku piştî serdegirtina malê zarokên wê li ber çavê wê îşkence lêkirine. Bîrgûl da zanîn ku hîna derî venekiribû tîmên taybet derî şikandine û zarokê wê bi lêdanê binçavkirine. Bîrgûl got: "Zarokên min sûcek wan nînbû. Ji ber qedexeyê ji mal jî derneketin. Tenê gotin yek gilî kiriye. Raste ango na ew jî ez nizanim. Kurê min hîna 15 saliye û nexweşe, hestiyê wî dihele. Kurê min a 16 salî tevî birayên xwe ên din debarê malê dikirin. Îşkenceyê ku li zarokên me kirine dê çawan ji bîra me biçe. Ji ber eziyeta ku li zarokê min kirine şev nikarim rakevim."
(rc)