Şengalî ji ber zivistan dest bi înşakirina jiyanê kirin
09:06
Jînda Asmen - Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Şengaliyên ku ji ber ferman û şer jiyana wan hatî belav kirin, ji bo ku jiyana xwe avabikin û birînên xwe derman bikin di nava hewldanan de ne. Niha jî li hember zehmetiyên demsala zivistanê têkoşîna jiyanê didin. Şengaliyên ku di germahiya havînê de di bin konên naylonê de têkoşîna jiyanê didan niha jî li bendê sira zivistanê ne. Gelê ku ji zehmetiyên zivistana borî tecrûbe derxistiye li gorî derfetên xwe qada jiyana nû avadikin."
Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser Şengalê gelek mal hilweşîn û bi hezara Êzidî neçar man gundên xwe berdin û şopdariya çanda xwe a sedan sal ya çiya bikin. Gelê ku di çiyayên bedew û biîhtişam de jiyana xwe ji nû de avakirine, rûxmî şert û mercên zehmet jî dev ji çiyayên xwe bernadin. Di germahiya havînê her çiqas di warê peyda kirina avê de zehmetî hat kişandin jî gelê Şengalê cardin jî têkoşîna jiyanê domkir û niha jî zivistanek dijwar li bendê wane. Zivistana borî hem ji ber dorpêçê çeteyan a zexireyan hem jî pirsgirêkên ku di warê bi cihbûnê de dijiyan kirine ji bo ku dubare nebe niha de amedakariya xwe dike.
Xaniyên ji axê çêdikin
Kamîla Şeref a ku ji gundê Til Azer diyar kir ku di mercên zivistanên dijwar ên Şengalê di bin konande jiyan kirin gelek zehmete û anî ziman ku ji ber ew ji salê borî bi saxî xilas bûne şûkrê dikin. Kamîla destnîşan kir ku di mercên wiha de herî zêde zarok zehmetî dikêşin û wiha got: "Salê borî di van konan de em şerpeze bûn. Bi lêkirina berfê re kon bi ser serê mede ketin. Zarokên biçûk hene, di sermê de hemû nexweş ketin. Îsal ji bo ku em heman zehmetiyê jiyan nekin, me xaniyên ji axê çêkir. Xwedê ji hevalan û PKK'ê razî be, ji mera bîr kolandin, me av ji bîrê kişand vir û pê kerpîçên axê çêkir. Wek malbat tevde em ketin nava vî karî. Ez tevî zarok û hevjînê xwe li gorî derfetên xwe me heftiyek kerpîç ji axê çêkir. Piştre jî ji kerpîçên ku me çêkiriye me xanî, mûtfax û serşû çêkir. Mirîşkên me hene ji bo wan jî min cihek biçûk çêkiriye. Ajal jî gunhin ew jî dicemidin, divê mirov wan jî bifikire. Ji ber wê min ji bo wan jî cihek bi kerpîçan çêkir."
'Em bi ziblê bizinan agrê xwe pêdixin'
Kamîla Şeref da zanîn ku ew bi kerê bîdonên avê bardikin û wiha domand: "Şert û mercên jiyana me gelek zehmetin. Ji aliyek em zarokan xwedî dikin, aliyê din pêdiviyên malê peyda dikin û ji milê din jî em xanî çêdikin. Barê jiyanê li ser milê jinane. Keçên me bi kerê av dikşandin her dem. Min jî harê wan dikir, ji aliyê din jî min kerpîç çêdikir. Her wiha bi xwarin û zarokan re mijûl dibim. Li vir pirsgirêkê ardû heye. Em bi ziblê bizinan agirê xwe pêdixin, bi kartonên ku me berhev kirine em pê tendûrê xwe sor dikin û wiha nanê xwe çêdikin. Çi dibe bila bibe em li çiyayên xwe bi ewle dijîn. Ev zehmetî wê derbas bibe, ya girîng zarokên me li ser axên xwe dijîn ev bese."
'Em li hember mercên zehmet ên jiyanê li berxwedidin'
Hevjînê Kamîla Xidir Berkat jî diyar kir ku xaniyên axî çanda bav û kalên wane û anî ziman ku demên berê de gelek xaniyên gund ji axê dihat çêkirin. Xidir got: "Ferman êşek mezin bi me da jiyan kirin. Şert û mercê jiyanê li me giran kirin lê cardin jî em li gorî derfetên xwe li berxwedidin. Mirov bixwaze dikare gelek zehmetî biborîne. Ji bo ku em zehmetiyên salê borî nejîn me xanî çêkir. Xaniyên ji axê zivistanê gerime û havînê jî hênik dibe. Piştî ku xebatê înşayê qedî em axê kersê ji bin erdê tînin. Herî zêde em ji gelî ser pişta kerê bardikin û tînin. Piştre em tevî kayê distirin û pê siwaqa xwe dikin. Taybetmendiya vê axa spî nahêle ku av derbas bibe û xaniyê gerim digre."
Ax û çêkirina xanî ji bo zarokan vedugere leystûkê
Demên çêkirina xanî ji bo zarokan dibe demên herî xweş. Xezal û Bîbî ên ku heya xebatê xanî qedî jî di nava heriyê de dileyzin ji wan re demên herî xweşbûn. Li beramberî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Şengalê di nava ewlekariyê de xebatên înşakirinê berdewam dikin.
(rc)