Bêrîvanan şîrê dawiya salê dot
09:22
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Elkê di destpêka biharê de bêrîvanên ji bo dotina şîr derdikevin zozana, şîrên dawiya salê dotin. Bêrîvanan diyar kirin ku îsal di bin bombebaranê de şîr dotine û wiha gotin: " Îsal me bêrîvantiyê nekir, dewlet êrîşî çiyayên me kirin."
Bêrîvantî pîşê jinan a herî kevnare, hejî bi destê jinê tê jiyandin. Di biharê de bêrîvan derdikevin zozana û ajalan didoşin. Bêrîvan ji şîr penêr, mast û rûn hilberîn dikin û amadekariyê zivistanê dikin. Ji ber hewaya serma û ji ber qadên şehnayî kêm dibin şîr her roj ber kembûnê de diçe. Me ji Bêrîvanên gundê Melesê ê a Çiya yê Kometê pirsî;
Îsal çiwa derbas bû ji bo we?
Ji bêrîvanan Zarîfe Yîgît bersiv da û got: " Îsal me bêrîvantiyê nekir, dewlet êrîşî çiyayên me kirin. Em mirovên xizanin bila dewlet destê xwe û zilma xwe ji ser çiyayên me bikşîne. Ji mere kar ne hêştin her roj li ser me zilm dibare. Li malekê tû binêrî sê an jî çar bizin hene ew jî em didoşin ji bo zivistanê penêr û rûn xwe çêdikin."
Reyhan Ûgûrlû jî anî ziman ku zozan qadê debarên wane û wiha got: "Dewlet zozanên me qedexe kirin. Em ê çiwan dev ji zozan û gundê xwe berdin? Tu kes nikare me ji axa me dûr bixe. Aramiya me ji ber polîtîkayên dewletê xira bû. Ji ber bombebarana em nikarin ajalên xwe biçêrînin. Çiyayên me bombebaran dikin, zarokên me dikujin. Bila ji axa me biçin. Ajalênme jî tune dikin, zilma li me dikin bese em ji vê deme pêde aşitî dixwazin."
Sarya Yigît jî got: "Em dibistanê wan, balêfirên wan naxwazin. Di welatê me de her tiştê me heye. Daxwazame tenê bila dewleta Tirk dev ji me berde. Bi şev balafir dikevin xewnên me êdî. Li çiyayên me zarokan dikujin."
(ha/rc)