‘Em ê we tevî tang û topên we ji vî axî derbixin'

09:20

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Dayîka Şemiyê Siphiye Durgut ku ev 22 sale li failên hevserê xwe Suleyman Turgur digere bertek li hember gotinê Serokwezir Ahmet Davutoglu ên wek “ Eger em herin wê torosên spî werin “ nişan da û wiha got: “Ew dema torosên spî çû êdî hûn nikarin têkevin kolanê me jî. Tevî tang û topên xwe hûnê ji vê axê derên."

Hikûmeta AKP'ê ku piştî hilbijartina 7'ê Heziranê li Kurdistanê konsepta şer da despê kirin, bi nêzikbûna hilbijartina 1'ê Mijdarê re, bi gaf û hîleyan dixwaze dengê xwe zêde bike. Nerazîbûn li hember gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu a ku gotiye, “ Eger em herin wê Torosên spî werin” zêde dibin. Yek ji Dayikên Şemiyê Siphiye Turgut ku hevserê wê jî aliyê endamê JİTEM’ê ve bi Torosên spî hatiye binçav kirin û du re hatiye wenda kirin got ku êdî dewlet nikare bi gefan wan bitirsîne. Siphiye diyar kir ku li hember êrîşên dewletê ew her dem li berxwedane û got ew ji tiştekî nema ditirsin.

‘Hevserê min xistin baxaca Torosê’

Siphiye a ku berî 22 salan hevjînê wê bi Torosê spî dibin û agahî jê nagere cardin got: "Cemal Bînbaşi, Cebar û Remazan Xoce, her dem bi ser malên me de digirtin, her cure zilm li me dikirin. Diranê hevjînê min dişkandin, devê wî dişkandin. Tiştê pîs pê didan vexarin û xwarin. Rojekî dîsa Cemal, Hekim, Remezan Xoce û Cebar bi ser malê mede girtin, hevjînê min destê wî kelepçe kirin û xistin baxaca torosên spî, piştre birin .Em li pay wî beziyan heya serê kolanê wî birin em ne gihîştinê.” Siphiye piştî binçav kirina hevjînê xwe gelek lê digere lê tu agahî ji hevserê xwe nastîne û herî dawî diçe gel endamê JITEM’ê Remezan Xoce. Siphiye wiha behsa wan rojan dike:” Remezan Xoce tevî ku hevjînê min kiribûn binçav jî got ‘ne li gel min e’ lê dura keniya min wê çaxê zanibû ku hevjînê min hatiye kuştine. Êdî piştî wê li kur agahiyê kuştiyek heba ez diçûm wê derê û min dinêrî ka ew e an na."

‘Bila were rûnê em hesabê xwe li hev du bikin’

Siphiya da zanîn ku herî dawî perçeyek ji cilê hevjînê wê jê re tê û ew wiha nasdike. Siphiya desnişan kir ku dewletê gelek tişt aniye serê wan lê êdî ew wextê ku carak din wan li Torosa siwar bikin û bibin çû û wiha domkir: "Niha dewlet nikare bi rihetî bê kolanên me. Ewqas pesna xwe dide, bila were pêşbirê me û wan gotinan bike. Bila pêşî hesabê van kuştinan bide hê ji bin heqê van derneketiye. Bila were ser masê rûnê em dawa mafê xwe li hevdu bikin, wiha li ser televîzyone çênabe."

‘Min berxwedana xwe wek zarokek mezin kir’

Siphiye dema hevjînê xwe wenda dike gelek ciwane. Siphiye carakadin na zewice û emrê xwe bi hesap pirskirinê ve derbas kiriye. Siphiye anî ziman ku armanca wê li hember pergala ku wê bi tenê hêştiye li berxwedane û wiha got: "Zarokê min çênebûn min berxwedanê wek zarokek mezin kir. Tenê armancak min heye ev kesê hevjînê min qetil kirin bê cezakirine.” Sipihiye herî dawî anî ziman ku heye niha dewletê bi hemû derfetên xwe êrişî wan kiriye û êdî nikare tiştekî din bi wan bike û wiha dawî li gotinê xwe anî:”Bila Davutoğlu tank û topên xwe bibe ji memleketê me û here.”

(rc)