Jin bi berhevkirina zeytûnan jiyana komînal avadikin

11:07

JINHA

EFRÎN - Welatiyên Kantona Efrînê bi xebatên xwe bingeha jiyana komînal avadikin.

Li Kantona Efrînê demsala berhevkirina zeytûnan despêkir. Welatiyên gundê Xazyan a navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê bi xebatên xwe ên komînal dest bi berhevkirina zeytûnan kirin. Dewlemendiya axa Efrînê a ku zeytûnên herî bi sûd û xwezayî lê şîn dibe, ji bo tenduristiya mirov jî rolek mezin dileyze. Welatiyên herêmê bi kêfxweşiyek mezin bi berbangê sibê re diçin nava bîstana zeytûnan û dest bi berhevkirina zeytûnan dikin. Jinên ku bi aweyek komînal zeytûnan berhev dikin, dibin pêşenga moral û coşî. Zerîfe Hemo ji bo avakirina jiyana komînal tevî cîrana xwe diçe berhevkirina zeytûnan û wiha dibêje: "Jiyan û xebatên komînal heskirin di navbera mirovan de pêş dixe. Ji ber vê em xebatê xwe bi heskirin rêvedibin. Dema me vir qedand em ê biçin alîkariyê cîranên xwe ên din jî."

Her çiqas berhevkirina zeytûnan zehmetiya wê hebe jî welatî bi moral û coşên xwe ne di ferqa derbasbûna demê de ne. Dengê stranên jinan di nava xwezayê de belav dibe.

(rc)