Li ser erdhejê 4 sal borîn lê belê...
09:30
Medya Cebe /JINHA
WAN - Rûxmî ku çar sal li ser erdheja Wanê derbasbû jî, malbatên xizan ên ku neçar mane di konteyneran de bijîn benda alîkariyê ne. Jiyan di konteyneran de her çiqas zehmet be jî lê nebûyîna ceyranê rewşê jiyanê girantir dike. Niştecihê konteynera Nuriye Oral got: "Gelek siyasetmedar her sal tên vêderê. Em rewşa jiyanê ji wan re vedibêjin, lê piştî ku ji vir diçin me ji bîr dikin."
Yek ji felaketên xwezayî a ku di dîroka Kurdistanê de pêk hatî erdheja Wanê ye. Rûxmî ku 4 sal li ser bûyerê buhirî jî cihê xwe di hizrê mirovan de diparêze. Erdheja ku di 23'ê Cotmeha 2011'an birînên kûr vekiriye, 644 kes jiyana xwe ji dest dabû û hezar 966 kes jî birîndar bûn. Erdheja ku bu sedema hemû bajar pê bandor bibe û hilweşe, di encamê de bi milyonan mirov neçar man di konan û konteyneryan de bijîn. Malbatên ku rewşa wan a aborî başbû derbasî avahiyên nû bûn lê belê malbatên xizan neçar dimînin di konteyneran de jiyana xwe bidomînin. Konteyneran a ku li ser riya Artemêtan ev çar salin hatine avakirin, ji ber xizaniyê 28 malbat neçar dimînin têkoşîna jiyanê bidin. Her sal bi armanca salvegera roja erdhejê gelek siyastmedar û rojnamevan bajarê konteyneran ziyaret dikin. Jinên ku li konteyneran dijîn bang li berpirsyaran kirin ku dengê wan bibihîsin.
Malbatên ku di konteyneran de dijîn diyar kirin ku ew malên modern û lûks naxwazin tenê, xaniyek ku bikaribin tê de bijîn bese. Ceyrana ku piştî cejna qurbanê li ser konteyneran hatî qut kirin şertên jiyanê giran kiriye û malbatên ku di şertên giran de dijîn benda alîkariyêne. Welatiyên ku di konteyneran de dijîn gotin berê jî ew di nava xizaniyê de dijiyan û ji ber cihek wan nîne biçinê ew di bajarê konteyneran de dijîn.
'Ez ji jiyana zarokên xwe bi gumanim'
Nuriye Oral diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê re zehmetiyên salên borî jiyan kirine ew naxwazin vê salê jî bijîn û got, ji ber sermayê dijwar a Wanê ew ji tenduristiya zarokên xwe bi gumanin. Nuriye wiha domkir: "Kesê me nîne, ez tevî zarokên xwe neçarim di vê konteynarê de bijîm. Em ji ber sermayê dijwar nesax dikevin. Sala borî ji ber ku mûmê me pêxistibû hindik mabû agir bi konteynerê bikeve. Ez ji jiyana zarokên xwe bi gumanim. Ez tenê xaniyek ku bikaribim zarokên xwe têde xwedî bikim dixwazim."
'Eger derfetê min heba minê li vir jiyan nekiriba'
Nuriye da zanîn ku zarokê wê a herî biçûk dilê xwe kune û ji ber mesrafa zêde ew nikare derman bike û got ew bendê alîkariyê ne. Nuriye wiha dawî li gotina xwe anî: "Her sal rojnamevan û siyasetmedar tên vir. Em derdê xwe ji wan re vedibêjin, lê belê piştî ku ji vir diçin me jibîr dikin. Şert û mercên giran ên jiyanê tenduristiya zarokê min giran dike. Ji ber mesrafê zêde ez nikarim derman bikim. Eger derfetê min heba minê li vir jiyan nekiriba, minê zarokên xwe biriba û ji vir çûba."
(rc)