Li Surê avahiyên dîrokî rojên bêdeng dijî
10:29
JINHA
AMED - Ziyaretvanê Xana Hesen Paşa yê ji sedema qedexekirina kolanan kêmbûne. Esnafên Xanê diyar kirin ku ew nikarin bixebitin û bertek nîşanê helwesta dewletê dan.
Di heyna Osmaniya de, di nava salê 1572 û 1575'an de Xana Hesen Paşa yê ji aliyê Wezîrê Hesen Paşa ve hatiye ava kirin. Yek jê cîhekê Amedê Xana Hesen Paşa herî kevnare. Xana Hasan Paşa yê li navçeya Surê li ketina rojhilata Mizgefta Ulu ya ku li taxa Gaziyê cih digre. Yek jê herî zêde avahiya kevnare ziyaret dikin gelê Amedê û geştyarin. Ji xeynî taybetmendiya Xanê di nava Xanê de kargeh û restorant hene. Di deme dawî de ji ber qedexeya derketina kolanan tê îlan kirin, rojên bêdeng dijî.
Li Surê ziyaretvanê Xana dîrokî ji sedema ser hev qedexekirina kolana hat îlan kirin û ji ber dengeşê kêm bûn. Esnefên Xanê diyar kirin ku şîrketên gerê jî ji ber dengeşê kare xwe dane seknandin.
'5 mehe nikarin kar bikin'
Esnafê Xanê Cûneyt Paker wiha got: " Ev 5 mehin em nikarin kar bikin. Me kare xwe hemû daye seknandin. Ê ku Xanê li ser piya dihêle şîrketên gerene lê bele ew jî ji ber ku dengeşe çêdibe ditirsin kargehê xwe vekin". Cuneyt anî ziman ku esnaf nikarin kirê kargehê xwe bidin û 3'ê esnaf dikanê xwe girtin."
(ha/rc)