Jin li nav zeviyan bê ewle û kêm pere dixebitin

10:16

Nurcan Yalçin / JINHA

ENQERE - Bi hezaran malbatên ku ji ber polîtîkayên şer ji Kurdistanê koçî bajar û navçeyên Tirkiyê kirine û pirsgirêkên aborî dijîn, di nava zeviyan de bê ewle û kêm pere dixebitin. Jinên ku di zeviyên pîvazan de li navçeya Polatê a Enqere dixebitin qala şert û mercên jiyanê ên zehmet kirin û destnîşan kirin ku ji ber êrîşên nijetperestî ewlehiya jiyana wan nîne.

Di encama polîtîkaya şer a 40 salan ya dewletê, bi hezaran malbat neçar man ji Kurdistanê koçbikin û di nava xizaniyê de têkoşîna jiyanê bidin. Bi hezaran malbatên ku koçî bajar û navçeyên Tirkiyê kirine, neçar dimînin bibin karkerên demsalî. Her sal karkerên demsalî ên ku ji Kurdistanê diçin navçeya Polatli ya Enqerê di şertên zehmet de pîvazan berhev dikin. Karkerên ku di şert û mercên zehmet de dixebitin, 6 meh bêy ceyran û av di konan de tên hêştin. Li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê alternatîfên ku jin avadikin ji ber çavan wenda nabe. Jin bi xuliqkariyê xwe axê dikolin û weke sarincê bikar tînin. Jinan zor û zehmetiyên ku di nava xebatê de dijîn ji JINHA'yê re vegotin.

'Mercê jiyan û xebatê gelek zehmetin'

Suzan Doguhan a 35 salî da zanîn ku ew 15 salin karkerê demsalî dike û wiha behsa zehmetiyên ku dijî kir: "Malbata min berî 40 salan ji ber polîtîkayên şer ên dewletê neçar man ji navçeya Lîcê ya Amedê koç bikin. Niha em li navçeya Dortyol a Hatayê dijîn. Ji ber derfetek me a cuda nîne em neçar dimîn karkerên demsalî bikin. Em her sal tên Enqerê û zehmetiyên mezin jiyan dikin. Min keça xwe a 6 salî li vir anî dinê. Em di konan de dijîn. Ne av heye ne jî ceyran. Em li ser agir xwarinê xwe çêdikin. Pirsgirêkê serşûştin û tualetê heye. Li gel zehmetiyên xebatê di konan de jiyan kirin jî zoriyek mezin dide. 6 Mehan wiha jiyan kirin ne hêsane. Dema baran dibare em di nava heriyê de dimînin. Havînê gelek gerim dibe siyê darek nîne em biçin ber û di konan de jî mirov dixeniqe."

'Em ditirsin lê neçarin werin'

Suzan diyar kir ku dibistan despêkirine lê ji ber kar ew zarokên xwe neşandine û got ew sê zarokê xwe bi statuya mêvanî dişîne dibistanên dora gund. Suzan wiha pêde çû: "Berê ez di zeviyan de dixebitîm, piştî ku hevjîna min bû çawîş, ez neçar dimînim di konê de bimînim. Zarokan xwedî dikim, avê dikêşim û nan çêdikim. Her wiha alîkarî didim cîranên xwe. Hem di zevîde karkirin hem jî karê mal kirin gelek zore." Suzen bal kişand ser êrîşên nijetperest û got: "Eger em rojek kar sist bikin silavê jî nadin me li vir. Ji ber şerê îsal gelek karkerên Kurd rastî êrîşê hatin. Em ditirsin lê neçarin werin. Eger em neyên em ê ji birçan re bimrin ji ber ku dervî vî karî karek din nîne em bikin. Bi pereyê 6 mehan em debara xwe li wir dikin. Em jî dixwazin weke her kesî li ser axên xwe bijîn, lê ji ber şer em nikarin biçin. Eger em li ser axên xwe bana menê van zehmetiyan jiyan nekiribana."

'Ji ber alternatîfek me a cuda nîne em neçarin bixebitin'

Hûlya Eren a 25 salî ku ji Karacadagê Amedê hatî Enqerê anî ziman ku ew 6 salan karkerê demsalî dike û wiha got: "Em di meha Gulanê de hatin, hîna me malbata xwe ne diye. Herî zêde min bîra dayîka xwe kiriye. Hemû xebatên zeviyê em dikin. Em niha pîvazan ji zeviyan berhev dikin. Em dikin sê beş û dixin tora. Piştî heftiyek em ê vegerin malên xwe. Karê me gelek zehemete, mirov neçar nemîne vî karî nake, lê em neçarin ji ber ku alternatîfek me a cuda nîne. Li cihek ku 40 sal şer lê hebe derfetên kar lê avakirin zehmet dibe."

'Em bê ewle û kêm pere dixebitin'

Hûlya destnîşan kir ku ew rojê 12'e saetan di derfetên zor û bê ewle de dixebitin û wiha berdewam kir: "Em bê ewle û kêm pere dixebitin. Em jî dixwazin wek mirovan bijîn. Em beramberî kedê xwe dixwazin. Ji ber em ji wan re dixebitin dengê xwe nakin lê piştî ku kar diqede silav jî nadin me. Bi çavê dijmin li me dinêrin. Em tevî malbat û zarok tên lê ewlehiya canê me li vir nîne. Ji ber rewşên şer ên heyî em bi gumanin."

(rc)