Li Kampa Miştenûrê jiyan ji nû ve tê avakirin

09:22

Şevîn Şervan-Rojda Serhat /JINHA

KOBANÊ - Kobaniyên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn koçî Tirkiyê bikin û ji ber ku dewlet xwedî li wan derneket cardin berê xwe didin welatê xwe. Rêvebera Kampa Miştenûr a ku li Kobanê hatî avakirin diyar kir ku li gorî derfetên xwe ew kamp avakirine û dest bi avakirina jiyana nû kirine.

Kobaniyên ku ji ber êrîş û qirkirina çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî Tirkiyê bikin, dewlet xwedî li wan derneket. Welatiyên ku koçî Tirkiyê kirine ji ber şert û mercên jiyanê ên giran, têkoşîna jiyanê dan. Rêvebera Kampa Miştenûr a ku li Kobanê hatî avakirin qala zehmetiyên ku jiyan kirine kir. Rûken da zanîn ku ew piştî şervanên YPG/YPJ'ê kobanê ji çeteyan rizgar kirine vegerîne bajarê xwe û wiha got: "Ji bo gelê ku vegerî Kobanê Kampa Miştenûr hat avakirin. Li şûna ku li welatên din weke koçber em bijîn, li warê xwe di nava malê hilweşiyayî de jî jiyan kirin bi rûmete."

'Li Tirkiyê me demên zehmet jiyan kir û zilm dît'

Rûken anî ziman ku berî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanê bikin, ew tu caran îhtîmala ku koçî Tirkiyê bikin nekirine û wiha got: "Li Tirkiyê me demên zehmet jiyan kir û gelek zilm dît. Gelên Kurd ên li Tirkiyê dijîn gelek alîkariya me kirin, lê belê mirov li ser axa xwe hîn zêdetir bi aramtire. Piştî ku Kobanê hat rizgar kirin em vegerîn warên xwe. Kampa Miştenûr di Cejna Newrozê de hat avakirin. Vegera Kobanê gelek çêdibe. Gelê Kobanê hemû dê vegerin ser axên xwe.

'Ji daran me dibistan çêkir'

Rûken destnîşan kir ku jiyana Kampa Miştenûr gelek xweşe û wiha domkir: "Rojek ne dihat bîra min ku ez li kampê bijîm. Her çiqas derfetê peydakirina tiştan kêmbe jî ji xerîbiyê çêtire. Ji bo zarokên li kampê bi zimanê dayîkê perwerde bibînin me dibistana saretayî vekir. Jin jî heftê carek li vir perwerdê dibînin. Me dibistana xwe bi kedê xwe ji daran çêkir. Em û zarok jî gelek kêfxweşin. Zarokên me tu caran zaroktiya xwe jiyan nekirin. Zarokên Kobanê di temenên biçûk de bûn şahîdê mirin û jiyana koçbertiyê. Ji bo ku em zarokan kêfxweş bikin çi bikin jî wê kêm bimîne."

'Pêdiviyên xwe bi kedê xwe em peyda dikin'

Rûken bi lêvkir ku demsalê zivistanê nêzbûye lê ew hîna dest bi amedekariya zivistanê nekirine û got ku ew pêdiviyên xwe bi kedê xwe peyda dikin. Rûken da zanîn ku li kampê 80'î malbat dijî û wiha pêde çû: "Em ê derfet avabikin ku gel cardin neçar nemîne koçî welatên din bike. Hinek jinên ku li kampê dijîn hevjînên wan şehît ketine û zarokên wan têkoşîna jiyanê didin. Divê em alîkarî bidin wan malbatan. Ji xwe êşên ku jiyan kirine têra wan dike, serde jî xizanî giran dibe. Çi derfet ji bo başiya kampê hebe em ê bikin."

(rc)