Di nava şideta mêran de tekoşîna jiyanê
09:29
Medya Cebe-Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Jina bi navê M.B (39) a ku bi salan ji aliyê bav, bira û hevjinê xwe ve rastî tundiyê tê qala jiyana xwe kir û diyar kir ku ev 39 sal e dibin siya tundiya mêr de dijî. M.B anî ziman ku sedema tundiya li ser jinê tenê aborî ye û got ku eger jin ji aliyê aboriyê ve bi hêzbûyan û li ser piyên xwe bisekiniyan rastî tundiyê nedihatin.
Di heremê de bi hezaran jin ji ber hişmendiya bavîksalatî rastî tundiya mêrê tên. Bi hezeran jin ji ber tundiya mêr li ser navê "Xwe kuştinê" tên qetîlkirin. Jinên ku ji ber tundiya bav û birayên xwe azad bibin, çareseriyê di zewacê de dibinin û di temenê xwe yê biçûk de dizewîcin. Lê tundiya li ser jinê di zewacê de jî nagore û ji aliyê hevjînê wê ve berdewam dike. Ji ber vê yekê di heremê de bi hezaran jin neçar dimînin û tên qetîlkirin. Disa bi hezaran jin tundiya li ser xwe wek qeder dibinin û li hember tundiyê bêdeng dimînin. Di heremê de bajarê ku herî zêde jin rastî tundiyê tên Wan e. Jina bi navê M.B (39) ê ku li bajarê Wanê dijî û ji biçûkaniya xwe heya niha rastî tundiya mêrê tê qala zehmetiyên jiyana xwe kir. M.B ku ji ber tundiya bav û birayê xwe azad bibe di 13 saliya xwe de dizewîce. Piştî ku M.B dizewîce ji aliyê hevjinê xwe ve rastî tundiyê tê û tundiya li ser bi her awayî berdewam dike.
'Tundiya li ser jinê li her derê wek hev e tenê kes û cih digore'
M.B diyar kir ku di zarokatiya xwe de ji aliyê bav û birayê xwe ve her roj rastî tundiyê dihat, niha jî ji aliyê hevjinê xwe ve rastî tundiyê tê û wiha qala jiyana xwe kir: "Dema ku ez zarok bûm, her tim ji ber bav û birayên xwe ve ez rastî tundiya fîzîkî dihatim. Ez neçarmam û ji bo ji wan xilas bibim biryara zewacê da. Lê mîxabin tundiya li ser min berdewam kir. Zewaca min a ewîl bi tund û lêdan derbas bû. Lê êdî min nikaribû bi hevjinê xwe re bijiyam û li ser biryarê min dev jê berda. Lê ji ber di nav civakê de jinebîtî wek şerm dibînin ez cardin zewîcim. Di zewaca min a duyem de jî tundî berdewam kir. Tundiya li ser jinê li her derê wek hev e. tenê kes û cih digore."
'Keça min ne weke mine ew nikare rake'
M.B destnîşan kir ku netenê ew keça wê ya 14 salî jî rastî tundiya hevjina wê tê û axivtina xwe wiha berdewam kir: "Min zewaca xwe ya duyem di 17 saliya xwe kir. Hevjinê min 4 sal ji min meztir e. Di destpêka zewaca me de hevjinê min pir kesek baş bû. Lê her roja ku çû li hemberî me goriya û êrîşî me dikir. Gelek caran gotinên nexweş ji me re digot. Di navbera min û wî de nîqaşên mezin çêdibûn. Pişt re nîqaş vegeriyan tundiya fîzîkî û derûnî. Em li hember tundiya hevjinê min neçar bûn. Keça min a 14 salî ji ber tundiya li ser me derûniya wê xira bû û dest bi tiryakê kir. Keça min ji ber tundiya bavê xwe dest bi tiryakê kir û keça min her roj li ber çavê min dihele. Ez nizanim ji bo keça xwe çê bikim û li hember rewşa keça xwe bê çareme."
'Eger karekî min hebûya min ê dev ji hevjinê xwe berdaya'
M.B di berdewamiya axiftina xwe de got ku ew dixweze dev ji hevjinê xwe berde lê ji ber hişmendî civakê û pirgirka aboriyê nikare jê qut bibe û ev tişt li gotinê xwe zêde kir: "Gelek caran ji ber tundiya hevjinê xwe min dev ji zarokên xwe berda û ji mal derketim. Lê mixabin ji ber pirsgirêka aborî ez cardin hatim cem hevjinê xwe. Hevjinê min jî baş dizane ku tu kar û cihê ez bicimê tune êrîşî min dike. Eger ku kar û xebatekî min hebûya em nediketin vê rewşe û dê min wê demê dev ji hevjinê xwe berda." M.B di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger jin îro rastî tundiyê dibin tenê sedema wê aboriye. M.B bilêv kir ku ger jin ji aliyê aboriyê bi hêzbûyan û li ser piyên xwe bisekiniyan rastî tundiyê nedihatin.
(ho/zt)