'Divê hemû jin cihê xwe di nava xebata înşakirina jiyana nû de bigre'

10:29

Ebîr Ehmed -Gulistan Bekîr/JINHA

HESEKÊ - Xebatkara Dadgeha bajarê Hesekê Gulîstan Şêxmûs li hember şert û mercên jiyanê ên zehmet, koçberî û zilma rejîma Baasê têkoşîna jiyanê dide. Gulîstan diyar kir ku li hember hemû zehmetiyên jiyanê jin dikare bi vîna xwe li berxwe bide û got: "Divê jin ji nava çar dîwaran derên û li pêşeroja xwe binêrin."

Jinên Rojava piştî şer hewldidin bi keda xwe jiyanê nû avabikin. Xebatkara Dadgeha bajarê Hesekê Gulîstan Şêxmûs a ku ji bajarê Kobanê ye, ji ber şer û dorpêça çeteyên DAIŞ'ê neçar dimîne tevî malbatê derbasî herêma Ebid Ezîz a Kantona Cizîrê bibe. Ji ber niştecihê Ebid Ezîz hemû Erebin û piştgirî didin rejîma Baasê zehmetî di warê jiyan û têkilî dayînê de dijî. Piştre ji ber zordariyê rejîma Baasê ya Suriyê neçar dimîne ji Ebid Ezîz koçî bajarê Hesekê a Kantonê Cizîrê bibe. Gulîstan da zanîn ku jiyana wê her dem di nava zehmetiyên koçbûnê de derbas bûye û wiha got: "Piştî ez derbasî bajarê Hesekê bûm, min dest bi xebatê li dadgehê bajêr kir. Bi kedê xwe li hember şert û mercên jiyana zehmet bi serketim."

Gulîstan wiha behsa jiyana xwe dike: "Ji ber koçbertiyê rewşa me ya aborî gelek xirab bû. 4 keç û kurê min hene. Hevserê min ji ber nedikarî berpirsyariyê malê hilde ser milê xwe min dest bikar kir. Hemû pêdiviyên jiyan û zarokên xwe ez pêşwazî dikim. Ez li mal dixebitim, zarokan amede dikim dişînim dibistanê û piştre jî derbasî cihê kar dibim. Jiyan ji bo jin zehmetin lê divê em hêzê xwe bi rêxistin bikin û ji bo serkeftinê em bixebitin."

Gulîstan anî ziman ku ew gelek ji heval û xebatê xwe kêfxweşe û wiha domkir: "Salek û nîve min dest bi xebatê li dadgehê kiriye. Ji ber saziyên ku bi kedê şehîdan pêk hatî, xwedî nirxe em heycan ji karê xwe digirin. Têkilî hemû li ser bingehê hevaltiyê ye û ji ber vê her kes rêz nîşanî hev dide. Ez ji hevalên xebatê û karê xwe hezdikim. Divê hemû jin cihê xwe di nava xebatê înşakirina jiyana nû de bigre û bi hêza xwe bawer be. Jin çiqas tevî xebatê bibin dê ewqas bi hêz bibin."

(rc)