Dema berhevkirina zeytûnan despêkir

14:48

JINHA

EFRÎN - Bingehê debarê Kantona Efrînê zeytûne. Demsala berhevkirina zeytûnan li Efrînê despêkir. Asayîşa bajêr piştî ewlehiyê xebatkaran avakir, gelek xebatkar ji Helebê berê xwe dan Efrînê.

Yek ji bingehê derbara Kantona Efrînê zeytûne. Pêdiviyên herêmê ya zeytûnê ji sedî 25'e. Lê li beramberê wê li kantonê 11 mîlyon darên zeytûnê hene. Li Efrînê bi hatina demsala payîzê re gel dest bi berhevkirina zeytûnan kirin. Berhevkirina zeytûnan a ku bi kedên mezin tên komkirin, gelek karker ji bo ku zeytûnan berhev bikin ji bajarê Helebê berê xwe dan Efrînê.

Ewlekariyê karkerên zeytûnan ji aliyê asayîşê herêmê ve tê kirin. Di vê demsalê de pêdivî bi gelek karkeran heye. Lê ji ber kêm hêjmara karkeran welatî neçar mane karker ji dervî bajêr bînin kantonê.

(rc)