Karkerên demsalî ên jin dest bi berhevkirina sêvan kirin
09:57
Nîşmîye Gûler/JINHA
WAN - Bi hatina demsala payîzê re li Wanê karkeran dest bi palehiya sêvan kirin. Karkerên demsalê ên jin yên ku bi berhevkirina sêvan debara xwe dikin diyar kirin ku ew di ferqa zehmetiyên karê xwede ne û wiha gotin: "Her çiqas karê me zehmet be em bi heskirin nêzdibin. Ji ber em di nava xwezayê de ne."
Jinên ku di germahiya mehên havînê de bê navber di zeviyan de dixebitin, bi hatina demsala payîzê û sermayê re jî cardin xebatê xwe berdewam dikin. Karkerên jin ên ku di her demsalê de sebze û fêkiyên cuda berhev dikin, li Wanê dest bi berhevkirina sêvan kirin. Sêvên ku bi hatina payîzê re dighêje bi kedê jinên karker derbasî ser dezgehên bazaran dibe. Li navçeya Artemêtan ya Wanê jin di baxçeyên sêva de rojê bi 30-35 lîre dixebitin. Gelek jin bi temenê xwe ên mezin ji ber bereketê xwezayê dibîne bi kêfxweşiyek mezin sêvan berhev dike. Heybet Numaj ya 45 salî ku havînê di nava zeviyan û payîzê jî di baxçeyê sêvan dixebite diyar kir ku ew nêzî 10 salan di zeviyê de dixebite û got her çiqas zehmetiya vî karî hebe ew bi heskirinek mezin di nava xwezayê de karê xwe dike.
'Em neçarin debarê malê xwe bikin'
Heybet da zanîn ku ew di mehê havînê de sebze berhev dike û payîzê jî sêvên ku di baxçeyan de dighêje berhev dikin. Heybet bi lêvkir ku zehemtiyên xebatê hene û wiha got: "Em neçar dimînin di germahiyê havînê û serma payîzê de bixebitin. Roja me tev bi xebatê derbas dibe. Lê beramberê kedê me nayê dayîn, kêm dimîne." Heybet wiha behsa karê xwe kir: "Em diçin ser daran û sêvan berhev dikin. Piştre em dixin sepetan û bardikin. Her çiqas hilgirtina sepetên sêva giran be jî em karê xwe bi heskirin pêk tînin. Em neçarin debarê malê xwe bikin. Zivistanê ji ber kar namîne em li malê xwe dimînin."
'Em di nava xwezayê de ne'
Besê Uran a 57 salî li beramberî temenê xwe ê mezin ew karkeriya demsalî dike, anî ziman ku ji bo ew debara malbatê ku ji 9 kesan pêk tê bike neçare bixebite û wiha got: "Ên ku di temenê min de li malê rûdinin lê belê ez neçarim bixebitim. Ji ber ez sepetê sêvan hildigrim êvarê ji ber êşê milên xwe nikarim rakevim. Lê cardin ez karê xwe hezdikim. Ji ber em di nava xwezayê de dijîn." Hatun koçî ya 52 salî jî diyar kir ku ew ji gund koçî Wanê kirine û ji bo debarê xwe neçar dimîne bixebite û got jiyana xwezayî a ku li gund heyî li bajar nayê jiyan kirin. Hatun bi lêvkir ku ew bi xebatê di nava baxçe û zeviyan de bêrîkirinê xwe ya ji jiyana gund re wiha dide derbas kirin.
'Zehmetiyê her karî heye'
Aysel Kaya a 41 salî behsa zehmetiyê xebatê demsalî kir û wiha got: "Sêvên ku karker berhev dikin ez jî di sandiqan de bi cih dikim. Zehmetiyê her karî heye. Bi hatina sermayê re xebatê me jî zehmet dike. Ji bo perê nan ez li virim." Aysel da zanîn ku jin dikarin her karî bikin lê tenê divê daxweziya wan hebe.
(rc)