Li Çukurovayê demsala şikandina zeytûnan...

10:15

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Li Çukurovayê jin ji ber hatina demsala zeytûnê dest bi amedekariya xwe yê zivistanê dikin. Hem ji ber xwezayî ye hem jî ji ber erzane jinên xizan li hev dicivin û bi keda kolektîf dest bi amedekariya demsala zivistanê dikin.

Jinên ku bingeha aboriya civakê ne dest bi amedekariya xwe yê zivistanê kirin. Zeytûnê ku reng dide sofrê bi keda jinan a kolektîf tê amede kirin. Bi zimanê gel ji vê dema xebatê re tê gotin 'şikandina zeytûnan'. Zeytûnên şîn ên ku bi hatina payîzê re dighêje ji aliyê jinan ve tên berhev kirin û ji bo zivistanê amede dikin û dişkînin. Bi taybet hem ji ber xwezayiye hem jî ji ber erzane welatiyên xizan ji vê demsalê gelek kêfxweş dibin. Jin piştî ku zeytûnan dişkînin û dixin nava ava xwê.

'Zivistanê bi dilek rihet em dixwin'

Şikandina zeytûnan a ku ji aliyê jinan ve bûye weke çandek bi titîziyek tên amede kirin. Em bûn mêvanê jinên Taxa Kûçûkdîkîlî ya navçeya Seyhana Edenê dema ku zeytûnan dişkandin. Kamîle Batur ji aliyek ve zeytûn dişkîne ji aliyê din ve jî xebatê ku dike vedibêje. Kamîle wiha got: "Ji ber ku zivistanê her tişt buhaye em ji mehên havînê bi tiştên xwezayî dest bi amedekariyê xwe dikin. Em 50 kilo distînin û tevî cîranên xwe amede dikin. Em têra debara zivistana xwe amedekarî dikin. Despêkê em zeytûnan yek bi yek dişkînin. Piştre em dixin nava avê heya heftiyek avê wê digherin. Di dawiyê de em xwê dikin û tevî lîmonan dixin bîdonan. Em zivistanê bi dilek rihet dixwin."

'Em ji dayîkên xwe wiha hîn bûn'

Hatîce Batur a 65 salî jî wiha got: "Hem xwezayî ye hem jî erzane. Em ji mezinên xwe wiha hîn bûn. Li bajaran me dev ji çanda xwe berneda. Jin her dem xûliqkare. Ji dayîkên xwe em hînê her tişt bûn. Ji ber şert û mercên zor ên jiyanê em neçar man fêr bibin. Ji ber ku jiyan gelek zehmete."

'Em havînê tevde amedekariya zivistanê dikin'

Nafiye Bakir a 30 salî da zanîn ku ew demsala havînê bi amedekariya zivistanê re derbas dikin û wiha domkir: "Em konserveya firingiyan, zeytûn, salçê îsotan, penêr û gelek tiştan ji bo zivistanê amede dikin. Tamê wê gelek xweş dibe. Eger em amedekariya zivsitanê nekin wekî ku tiştek li ser sofreyê me nîne em wiha hîs dikin. Mêhvanên me jî gelek diecibînin. Carnan em ji cîran, gund û dostên xwe re jî rêdikin, gelek pê kêfxweş dibin."

(rc)