Li Zozanên Xanê jin reng didin çalakiyê
11:45
JINHA
COLEMÊRG - Li Zozanên Xanê yên Çelê çalakiya mertalên zindi di roja 48'an de berdewam dike. Jinên di çalakiya mertalên zindî de pêşengiyê dikin diyar kirin ku heya şer bi dawînebe ewê çalakiya xwe berdewam bikin.
Li Zozanên Xanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê di roja 48'an de berdewam dike. Çalakiya nobetê ya ku bi pêşengiya jinan berdewam dike her diçe tevlîbûn zêde dibe. Di çalakiyê de jin rengê xwe didin jiyanê û serweriyê dikin. Di derbarê çalakiyê de Hevseroka Navçeya HDP'a Çelê Halime Şimşek nirxandin kir û bang li hemû jinan û dayikên leşkeran kir ku her deverên lê diminin bila ji bo ku xwin bisekine çalakiya mertalên zindî pêk binin.
Halime da xuyakirin ku li ew bi coşek mezin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha axivî; "Ev 48 rojin ji bo xwin bisekine di çalakiyê dane nin. Em bi coş û moralek mezin û çalakiya xwe rê berdewam dikin. Em li vêderê bi tekoşînek hevbeş di her kêliyên jiyanê de bi hev re nin. Serê sibê em bi hev re taştê amade dikin, piştî xwarina taştê em li ser pêvajoyê nirxandinan dikin. Hemû danên xwarinê em bi hev re amade dikin. Bi hev re dixwin, bi hev re derdorê pak dikin. Hemû jiyana me bi awayek komûn berdewam dike. Ji bo sekinandina xwînê emê çalakiya xwe berdewam bikin."
'Li gel hemû şertên zor jî emê heya aştiyê çalakiya xwe bidomîni'
Halime balkişand ser di çalakiyê de hevpariya jiyanê û wiha domand: "Ji nobetê heya hemû tiştî bi hevparî tê kirin. Li vir pêşengiya çalakiyê jin dikin. Ji bo ku pêşî li mirinan bigirin dayîkan li vêderê canê xwe kirine mertal. Ev tiştek gelek mezine, dayîkek temenê wê mezin, canê xwe ji bo ciwanan bike mertal. Her roj balefir tên ser me, em dizanin hemû ji bo ku em bitirsin û çalakiya xwe biterikînin dikin. Lê emê çalakiya xwe li gel hemû şert û mercan berdewam bikin. Êdî zivistan jî tê, diniya sardibe, lê em ti astengiyan nasnakin û emê çalakiya xwe berdewam bikin. Em bang li dayîkên leşkeran û dayîkên alîgirên demokrasiyê dikin ku li devera lêne dest bi çalakiya mertalên zindî bikin û li hemberî mirinan dengê xwe derxînin."
Dayîka Leyla dervişoğlu ya ku di çalakiya mertalên zindî dene jî da zanîn ku ew ji bo aştiyê hatine wê û wiha berdewam kir; "Em ji ber xatira şehidên xwe li vir çalakiyêdenin. Ji bo ev xwin bisekine me mal û zarokên xwe hêlane û em hatine ji bo aştiyê nobetê digirin. Em naxwazin ji çi aliyan ve mirov bên kuştin, bila êdi dayikên polisan û leşkeran ji bizanin ku kesê niha ev şer daye destpê kirin niha bi sera paldanka xwe ev ciwan hemu rê kirine şerî. Bila dayîkên leşkeran û polisan ji bo aştiyê werin dest bidin destê me û em bi hev re vê xwinê bisekinin, bila bên derê me lê vekiriye. Ji bo ciwan neyên kuştin raste zimanê me yek nine lê belê dilşewatiya me bi rengekiye."
Mertala zindi ya bi navê Lahice Yaşli (20) jî diyar kir ku ji bo ne gerila ne ji leşker jiyana xwe ji dest bidin ew li di çalakiyê denin û wiha got: "Me li vir bi saya çalakiyê jiyanek afiriner ava kir. Em li vir nobedarên aştiyê ne. Çiqas xweşe ku mirov li hemberi mirina û kuştinan bibe mertal. Bila gelên tirkiyê bi guhdarkirina serokomar Erdogan zarokên xwe neşinin leşkeriyê, bila ji zilmê re bêjin êdî bese; bila hêza me û wan bibe yek. Em bang li hemu dayikên dilêş dikin li hemberi kuştinan rawestin bila êdi dijminahi bes be."
(zyd/zt)